Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye 2022-07-14 16:17:51 ÎZMÎR - Endamê MYK’a DBP’ê Şîrîn Tunç diyar kir ku 14’ê Tîrmehê vejîna kurdan, mirovahiyê ye û got: “Ew ruh paradîgmaya me ya îro ye.”    Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê, EGE-TUHAYDER, ANYAKAY-DER û TJA’yê bi dirûşma “14’ê Tîrmehê berxwedan jiyan e” li avahiya HDP’a Îzmîrê panelek li dar xist. Moderatoriya panele Hayrî Dîkîlîtaş kir. Endamê MYK’a DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç, ji malbatên girtiyan Medîne Kaymaz û rêveberê Komeleya 78’an Tîmûr Taşdemîr, Sbaahattîn Yilmaz ê ku bi salan di hefsê de ma wek axivêr tev li panele bûn. Gelek kes guhdarî panele kirin.    Panelê bi rêzgirtina ji bo kesên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Pişt re sînevziyona ku serdema 14’ê Tîrmehê vedibêje hat nîşandan.    Medîne Kaymaz ewilî di panele de axivî û anî ziman ku niha jî wek serdema 12’ê Îlonê îşkence û zilmek mezin li ser girtiyan heye û ew 80 salî ye bi salan e dibe şahida gelek zilman û divê êdî gelê kurd ji zilmê re bêje na.    HEVRÛBÛN    Temûr Taşdemîr jî anî ziman ku tiştên li Zindana Amedê nayên vegotin divê bi serê mirovan de biqewime û xwest bi rastiya li Zindana Amedê re hevrûbûn bê kirin.    Sabahattîn Yilmaz jî ji dîroka avabûna Tirkiyeyê ve heta niha polîtîkaya tunekirina kurdan di dewrê de ye û xwestin di Zindana Amedê de jî kurdbûnê ji holê rakin, lê bi ser neketin û berxwedana kurdan bi ser ket.    RUHÊ SEDSALA 21'EMÎN    Mehmet Şîrîn T unç jî di destpêka axaftina xwe de got ew hevrêyên xwe yên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr tîne. Tunç ê ku yek ji şahidên Zindana Amedê ye wiha axivî: “Şehîdên 14’ê Tîrmehê navê berxwedanê ye, ew ruh bûn. 14’ê Tîrmehê vejîna kurdan, mirovahiyê û biratia gelan e. Bîrdoziyek ku ruhê xwe bi agir ve kiriye yek e. Paradîmgaya me ya îro ye. Wezîfeya me ye ku em ji wan fêm bikin û bi bîr bînin. Ew hevrêyên me ruhê sedsala 21’emîn in. Amed dilê Kurdistanê ye. Divê ew dil bihata sekinandin. Ev dil jî li Zindana Amedê Jimara 5’an lê dida. Bakurê Kurdistanê hefs kiribûn. Lê li Zindana Amedê pêşengan bedena xwe danî holê. Digotin ‘Berxwedana Jiyan e’. Ev dirûşm li Zindana Amedê olan dida. Ne hêsa ne ku meriv qala zindana Amedê bike. Xwezî zimanê wan dîwaran hebûya û qala wan rojan bikira.”    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.