Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye 2022-07-15 10:37:43 ŞIRNEX - Greenpeace bersiva banga Baroya Şirnexê ya ji bo birîna daran ku kiribû da û gotiye, “Mixabin mijar derveyî qada pisporiya me ye.” Parêzer Sabrî Çatikkaş jî vê pirsê kir: “Xwezaya Derya Spî xweza ye, lê gelo xwezaya Kurdistanê ne xweza ye?”  Li navenda Şirnexê û navçeyên wê ji ber kanên madenê, bendav, Santralên Hîdroelektrîk (HES) û kanên xîzê xweza ango ekoloji xesarek mezin dibîne û tê talankirin. Her wiha cerdevan di bin çavdêriya leşkeran de bi hêceta “ewlehiyê” li çiyayên Cûdî û Gabarê û li herêma Bestayê daran dibirin û talana xwezayê pêk tînin. Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê beriya niha bi armanca lêdawîanîna talana xwezayê serî li Greenpeace, Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) û Weqfa Parastin û Danasîna Nirxên Hawirdor û Çandê (ÇEKUL) xistibû.      'DERVEYÎ QADA PISPORIYA ME YE’    Hefteyek bere Greenpeace bi awayek nivîskî bersiva Baroya Şirnexê da û gotiye, “Em wek sazî her çiqas li dijî her cure problemên hawirdorê bin jî lê mixabin ev mijar derveyî qada pisporiya me ye.”    BENDAV, KANÊN XÎZÊ Û KOMIRÊ, HES…    Ji endamên Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroyê parêzer Sabrî Çatikkaş bi bîr xist ku demek dirêj e li Şirnex û navçeyên wê talankirina xwezayê berdewam dike û wiha got: “Bi bendavan, kanên madenê, kanên xîzê ku li Çemê Dîcleyê hatine avakirin û herî dawî jî bi birîna daran, talana xwezayê berdewam dike. Ji ber bendavan her dever di bin avê de tê hiştin. Ji ber bendavan herikîna rûbaran guherî û cureyên zindaweran ên li herêmê jî gelek guherîn. Li Şirnexê gelek kanên komirê hatine vekirin. Dema komir tê derxistin talana xwezayê pêk tê. Qirêjiya ji kanên komirê diherike tev li rûbaran û newalan dibe. Bandorek neyînî li ser jiyana zindaweran dike. Di heman demê de Çemê Dîcleyê jî ji ber vê yekê qirêj dibe. Kanên xîzê yên li devê Çemê Dîcleyê pirsgirêkek mezin bi xwe re derdixin. Xîzê ji devê çem dikişînin, çalên mezin vedibin û ji ber kûr in dibe sedema xenigîna mirovan. Her sal gelek welatî di van golan de dixeniqin. Ji ala 2010’an vir ve bi dehan kes ji ber kanên xîzê jiyana xwe ji dest dan.”    ‘MIDÛRIYETA DARISTANÊ TALANÊ PÊK TÎNE’    Çatikkaş da zanîn ku nêzî 2 salan e li Şirnexê birîna daran berdewam dike û wiha got: “Ev talankirin ji aliyê saziyên fermî ve tê kirin. Midûriyeta Karûbarên Daristanan vê talanê pêk tîne. Talan bi rêya îhaleyê pêk tînin. Îhaleyên tên kirin jî li dijî qanûna îhaleyê ye. Di heman demê de îaleyan didin kesên nêzî xwe. Bi destên van kesan daristan tên tunekirin.”    Çatikkaş anî ziman ku wan li dijî talana xwezayê gazî saziyên hawirdorê kirine û wiha axivî: “Me bi rêya maîlê, rapor û wêneyên talana li Şirnexê ku me hazir kiribû ji wan re şand. Me piştevaniyê ji wan xwest. Me got qet hûn tu tiştek jî nekin, lê me daxwaziya ku dikarin vê talana xwezayê pêk bînin kir. Heta niha tenê Greenpeace bersiva me daye. Di bersiva xwe de diyar kirine ku li Tirkiyeyê gelek sûcên li dijî xwezayê pêk tê û vê dizanin lê ew wek Greenpeace budçeya wan têr nake û hin xebatên diyar kirine bi rê ve dibin. Ji me re gotin ku ew ê nikaribin ji bo talana xwezayê li Şirnexê tiştekî bikin.”    NÊZÎKATIYA DURÛ    Çatikkaş destnîşan kir ku bersiva ku Greenpeace daye wan ji wan re xerîb nehatiye û wiha got: “Nêzîkatiya sazî û dezgehên ku hawirdor û xwezayê diparêzin jî heman e. Mixabin dema mijar dibe xweza û erdnîgariya Kurdistanê, hemû heman helwestê nîşan didin. Li dijî vê talana xwezayê û şewitandina daristanên Kurdistanê ne li qada navnetewî ne jî li qada netewî tu bertekek nehatiye nîşandan. Helbet sedemên vê hene. Hn ji van saziyan ji hîn dewletan alîkariyê digirin. Bi van alîkariyan xwe li ser pêya digirin. Ji bo ew alîkarî qut nebe, dema mijar dibe xweza û erdnîgariya me ker, kor û lal dimînin. Naxwazin bi wan dewletên alîkarî didin wan re rûbirû bimînin. Ev yek durûtiyek mezin e. Nêzîkatiya ku cihêkariyê li xwezayan û erdnîgariyan bikin nayê qebûlkirin. Em vê yekê dipirsin; xwezaya li Derya Spî xweza ye, lê gelo xwezaya Kurdistanê ne xweza ye? Li wan deran jiyana zindaweran tê tunekirin lê gelo li vir nayê tunekirin? Gelo dema xewazaya Kurdistanê were talankirin û tunekirin, bandorê li xwezaya Derya Spî nake? Ev durûtiye.”    Çatitkkaş diyar kir ku ji bo ev “durûtî” bi dawî bibe pêwîste hemû sazî û dezgehên li Kurdistanê li dijî “durûtiyê” bibin yek û alîkariya hev bikin. Çatikkaş destnîşan kir ku ji bo ew talankirina xwezaya Kurdistanê rawestînin divê her kes bi hev re tevbigere û lazim ew bibin yek deng û heke ew bibin yek dê dikaribin vê talanê bisekinînin.    MA / Omer Akin