Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin 2022-07-15 13:26:58 RIHA - Ferît Şenyaşar ê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne wiha got: “Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin û gotina xwe ya heq, hiqûq û edaletê bidomînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 494’emîn de berdewam dike. Nobeta Edaletê ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî tev li bibe, Ferît Şenyaşar, li qada ku weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin berdewam kir.    Ferît Şenyaşar ê li vir axivî wiha got: “Edliye girtibin jî nobeta me ya li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dike. Li dijî malbata me komkujî hate kirin. Faîl hêj jî di nava civakê de digerin. Li dijî vê birayekî me ku 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin heye.”   Şenyaşar, da zanîn ku tevî temenê wê yê mezin dayika wî Emîne Şenyaşar bi wî re serdana birayê wî Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin kirine û wiha berdewam kir: “Moralê birayê min di cih de bû. Baweriya bi cih hatina edaletê hêzê dide wî. Edalet wê pêk were û ew jî wê bigihe azadiya xwe. Em nikarin vê zilmê qebûl bikin û li mala xwe rûnin. Edliye bi destûr jî be em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Heta ku edalet were em ê li mala xwe nerûnin û gotina xwe ya heq, hiqûq û edaletê bidomînin.”   ‘NIKARIN BIKEVIN NAVA CIVAKÊ’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi etîketa “Tirkiyeyeke bêOHAL” ev peyam parve kir: “Bi milyonan kes xwedî li têkoşîna me ya birûmet derketin. Tevî têkoşîna me heqîqet derketin holê. Ew kesên wê rojê bi ser kesê nedihatin girtin niha di rewşeke ku nikarin derkevin nav civakê de ne. Em minettarê herkesên ku li dijî zilmê disekinin û li cem me ne ne.”