Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir 2022-07-15 20:51:09 ÊLIH - Girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ya Tîpa T'yê di 14’ê Tîrmehê de li dijî binpêkirinên mafan ji bo 5 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê  kirin.   Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzon a Tîpa T'yê ji ber zêdebûna binpêkirinên mafan ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. 14 girtiyên ku di 14'ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kirine xwestin binpêkirinên mafan bi dawî bibin.   Ji girtiyan Resûl Çeker (52) duh telefonê bi hevjîna xwe Halîme Çeker re axiviye. Halîme Çeker diyar kir ku girtiyan di 14'ê Tîrmehê de li ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kirine. Halîme Çeker anî ziman ku girtiyan diyar kiriye ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome.   Halîme Çeker da zanîn ku hevjînê wê Resûl Çeker ragihandiye ku 14 kes di heman qawîşê de dimînin, pirtûk, radyo û rojnameyan nadin wan û li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û girtiyên ku vê pêkanînê qebûl nakin jî tên îşkencekirin. Çeker got: “Girtiyên li wir timî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Ên nû tên wan dixin odeyên yekkesî û qadên hevpar tên qedexekirin."   Çeker anî ziman ku hevjînê wê gotiye xwarina tê dayîn nayê xwarin û ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li her kesî kiriye ku di vî warî de hesas bin.