Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê 2022-07-16 12:03:53 RIHA - Malbata Şenyaşar ku nobeda xwe ya edaletê didomîne got: “Bi gotinan aramî û xweşî nayê welat. Naxwazin vê vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwîjdanî ye.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 495’emîn de berdewam dike. Ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, Malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne.   Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Gelê Rihayê wê qet kujerên ku hêza xwe ya siyasî bikar tînin ji bîr neke. Çar sal in zilm dewam dike. Bi gotinan aramî û refah nayê welat. Naxwazin vê vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwîjdanî ye.”