‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’ 2022-07-16 15:17:53 STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e û hat xwestin bê berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 538’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Serdal Yildirim ku niha li Girtîgeha Metrîsê felc bûye û ji sedî 98 rapora wî astengdariyê heye. Malbatên girtiyên nexweş û parêzvanên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiyê nexweş Serdal Yildirim bê berdan” hat vekirin.    DU MEH IN XWARINÊ NAXWE    Endamê ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Serdal Yildirim û destnîşan kir ku Yildirim ji navê berjêr felc bûyî ye û ji ber ulsera mîdeyê pê re heye du meh in nikare xwarinê bixwe. Acettîn diyar kir ku Serdal Yildirim di nava du mehan de 20 kîlo zeîf bûye û li gel ku rapora wî ya “nikare di hefsê de bimîne” heye jî bi hêceta “ewlehiyê” nayê berdan. Acettîn got rewşa Yildirim xedar e û her ku diçe xetereya wî zêdetir dibe. Acettîn anî ziman ku Yildirim ji ber qezaya trafîkê derbas kiriye felc bûye û ew li ser sandelyeya bi teker dijî. Acettîn bi bîr xist ku piştî di sala 2018’an de cezayê Yildirim hatiye erêkirin, tê girtin û ji wê çaxê ve di Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R’yê de tê ragirtin û ew girtî Ergîn Aktaş ê ku du destên wî tune re dimîne û bi zehmetî dikarin li xwe binêrin. Acettîn got ji bo ku Yildirim dikaribe li derve tedawî bibe û ji bo parastina mafê wî yê jiyan û tenduristiyê tavilê were berdan.