ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-17 09:00:03   * Pîrê elewîyan Suleyman Deprem bilêv kir ku bernameya ji bo birina 300 dedeyên elewîyan a ji bo Kerbelayê berdewama polîtîkaya bişavtinê ye û got: “Bi sunî-îslamê nikaribûn elewiyan asîmîle bikin. Siyaseta xwe guherandin û hewl didin elewîyan bi şiî-îslamê asîmîle bikin."   * Li navçeya Sûrê welatiyên ku tê xwestin xaniyên wan bên xerakirin diyar kirin ku dewlet dixwaze bi 200-300 hezar TL bedêla îstimlaqkirinê wan bavêje kolanan û gotin: "Eger em ji vir derkevin em ê nikaribin heqê kirê jî bidin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 496'emîn de berdewam bike.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê piştî kongreya partiya xwe ya giştî civîna çapemeniyê ya ewil li avahiya HDP'ê ya li Balgata Enqereyê li dar bixe. (10.30)    * Dê li gelek navendan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê di salvegera 7'emîn de bên bibîranîn. (14.00-19.00)    * ÎHD bi armanca salvegera 36'emîn a damezrandina xwe dê li avahiya xwe ya Şaxa Stenbolê resepsiyonek li dar bixe. (17.00-19.00)