Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin 2022-07-17 09:03:31 AMED - Li navçeya Sûrê welatiyên ku tê xwestin xaniyên wan bên xerakirin diyar kirin ku dewlet dixwaze bi 200-300 hezar TL bedêla îstimlaqkirinê wan bavêje kolanan û gotin: "Eger em ji vir derkevin em ê nikaribin heqê kirê jî bidin."   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di 21'ê Cotmeha 2021'ê de biryar dabû ku avahiyên li dora Parka Anzeleyê bên îstimlaqkirin. Piştî bertekên welatiyan îstimlaqkirin hatibû sekinandin. Lê qeyûm niha cardin hewl dide xaniyan xera bike. Şêniyên li avahiyên derûdora cadeya Melîk Ahmedê bertek nîşanî biryara xerakirina xaniyan dan û gotin: "Em tiştekî naxwazin, em tenê dixwazin li malên xwe bimînin."   Fatma Karaot a ku li Sûrê xwediyê milke xwe ye destnîşan kir ku pereyê ku şaredarî di berdêla derketina ji xanî de berpêşî wan kiriye di navbera 200-300 hezar TL'yî de ye û bihayê xaniyên nû jî ji pereyê ku teklîfî wan hatiye kirin pir zêdetir e. Karaot got: “Ev der mala me ye, hêlîna me ye. Zarokên me li vir mezin bûn. Em naxwazin ji malên xwe derkevin. Bila me mexdûr nekin."    ‘EM NIKARIN 2 HEZAR Û 500 TL HEQÊ KIRÊ BIDIN'   Karaot diyar kir ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û nexweşîna pençeşêrê pê re heye û wiha got: “Ji şaredariyê hatin û pîvandin. Bêyî ku tiştekî ji me re bibêjin li malên me geriyan û wêne girtin. Me digot qey ew ji bo alîkariyê hatine, lê paşê em hîn bûn ku ji bo xerakirina xaniyên me hatine. Em nikarin 2 hezar û 500 TL heqê kirê bidin."   Sidika Etkî ya ku xwediyê milk e jî got: "Ji me re dibêjin, 'Em 100 hezar TL'yî bidin we, ji malê derkevin.' Ma 100 hezar TL  pere ye. Bila werin, ez 100 hezar TL'yî bidim wan. Îro bihayê apartmanekê bûye milyonek TL.” Etkî anî ziman ku heke ji vir derkevin dê mexdûr bibin û wiha axivî: “Jixwe em mirovên feqîr in. Û dixwazin me ji malên me derxin, birçî bihêlin û biavêjin kolanan. Ma em herin li dora malên wan çadirê vedin dibe? Ma wê bihêlin?"    ‘EM DIXWAZIN LI VIR BIMÎNIN'   Etkî destnîşan kir ku encam çi dibe bila bibe ew ê malên xwe neterikînin û got: "Dema ku ez di 15 saliya xwe de zewicîm ez li vir bi cih bûm. Ji hingê ve ez li vir dijîm. Em daxwaza tiştekî nakin, m tenê dixwazin li malên xwe bimînin."   ‘EZ DERKEVIM EZ Ê NIKARIBIM HEQÊ KIRÊ BIDIM'   Yilmaz Etkî jî ku got “Ez li vê taxê hatime dinyayê û li vir mezin bûme" wiha axivî: “Par ji bo xaniyê min 80 hezar TL teklîf kirin. Dema min qebûl nekir vê carê 95 hezar TL pêşkêş kirin. Min qebûl nekir. Dema herî dawî hatin; 135 hezar TL teklîf kirin. Ev mal ji kalikê min ji min re maye. Xaniyekî min ê misteqîl heye. Lê dixwazin wî xera bikin. Bi qasî ku min bihîstiye, ji bo rûxandinê biryareke Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê tune ye. Ev li gor qafê xwe hewl didin xera bikin."