Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin 2022-07-18 09:01:53   AMED -  Hevserokê Şaxa SES'a Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku li nexweşxaneyan bi bicihkirina cîhazên x-ray re dê rê li ber tundiyê neyê girtin û wiha got: “Bicihkirina van cîhazan jî rant e. Gelo ma dê bi vê cîhazê bikarin rê li ber heqaret, êrişên fîzîkî û gefan bigirin? Nexweşxane ne navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh in.”   Pergala ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di qada tenduristiyê de ava kiriye, rê li ber tundiya ser xebatkarên tenduristiyê vedike. Êriş û tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên sepana Koda Spî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ku tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê diyar dike, di sala 2021’ an de 101 hezar û 984 kesan ev sepan bi kar anîne. Herî dawî bi kuştina bijîşkê kardiyalojiyê Ekrem Karakaya ya li Nexweşxaneya Konyayê re ewlehiya xebatkarên tenduristiyê dîsa kete rojevê.    Desthilatdarî ji bo pêşîlêgirtina bertekan di ketina nexweşxaneyan de cîhazên x-ray û turnîkeyan bi cih dike û pergala deriyê ewlekariyê têxe meriyetê. Ev yek jî weke tevdîra ewlekariyê tê nîşandan. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ev pergal heta niha li 24 nexweşxaneyan ketiye meriyetê. Xebatkar, sendîkavan û saziyên tenduristiyê ji vê sepanê nerazî ne. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got ku bi vê pergalê re dê rê li ber tundiya ser xebatkarên tenduristiyê neyê girtin.       ‘PIRSGIRÊK BI POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ ÇARESER NABIN’    Şiyar Guldîken bi lêv kir ku desthilatdarî dê nekare bi cîhaz û makîneyên ewlekariyê pirsgirêkan çareser bike û wiha domand: “Li gorî me ev çareserî nîne. Tu pirsgirêkên civakî bi polîtîkayên ewlekariyê çareser nabin. Bi rêya operasyon û şeran li vî welatî êdî tundî tiştekî ji rêzê tê dîtin. Li dijî jinan heta penaberan, bi awayên cur bi cur tundî tê kirin. Bicihkirina cîhazên x-ray û pergala ewlekariyê ya li nexweşxaneyan, encama polîtîkaya şaş e. Dê nekarin bi vê rêbazê pêşî li ber tundiyê bigirin. Nexweşxane ne navenda bazirganî yan jî balafirgehê ye.”    ‘DÊ BI CÎHAZÊ X-RAY RE ÇAWA PÊŞÎ LI TUNDIYÊ BIGIRIN?’    Bi domdarî Guldîken diyar kir ku dibe bi wan cîhazan tenê kesên biçek bigirin û wiha pê de çû: “Lê tundî tenê bi çekê nayê kirin. Piraniya tundiya li xebatkarên tenduristiyê tê kirin, bi êrişên fîzîkî çêdibe. Gefan dixwin, heqaretan dikin. Gelo cîhazê x-ray dê bikare pêşî li ber vê bigire? Deh rojek berê li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Erxeniyê kesekî bi hinceta ku rapor nedaye, heqaret li bijîşkê beşê kir û got; ‘ji kesên mîna te re gule hewce dike.’ Gelo ma ev jî tundî nîne? Dê bi vê pergala ewlekariyê çawa pêşî li ber vê tundiyê bigirin? Nikarin bigirin.”   ‘PERGALA TENDURISTIYÊ RIZIYA YE’   Bi domdarî Guldîken destnîşan kir ku li welêt êdî tundî tiştekî ji rêzê tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema vê jî kesên hatine hilbijartin in. Ji serokwezîr heta hilbijêrên din, li pêş çavên her kesî heqaretê dikin, gefan dixwin. Di axaftinên desthilatdariyê de tundî çiqas zêde bibe, tundiya nava civakê jî ewqas zêdetir dibe. Serokkomar ji bo bijîşkan got; ‘heke diçin bila nesekinin.’ Ev ne gotineke jirêzê ye. Zîhniyeta desthilatdariyê nîşan dide. Pergala tenduristiyê riziya ye û êdî hildiweşe.”   ‘ARMANCA CÎHAZÊN EWLEKARIYÊ RANT E’   Guldîken anî ziman ku desthilatdarî Tirkiyeyê bi rêya kaosê birêve dibe û wiha got: “Ji ewil rê li ber aloziyên mezin vedike û piştre jî qada rantê vedike. Ev cîhazên ji bo nexweşxaneyan jî, ji ber rantê tên bicihkirin. Bi çavê ewlekariyê li her tiştî dinihêrin. Welatî ji ber mayîna di rêza muayeneyan de bêzar bûne. Pergal mehek piştre randevûyê dide. Welatî di 5 deqeyan de tên dermankirin û mafê wan ê tedawiya baş tê binpêkirin. Bijîşkên beşa lezgîn di 2-3 deqeyan de nexweşan tedawî dikin. Ev ne tiştekî însanî ye. Ev yek rê li ber tundiyê vedike. Kedkarên tenduristiyê dixwazin şert û mercên wan însanî bin. Tu xebatkar naxwazin di nava van şert û mercan de bixebitin.”    ‘EM DESTÊ XWE BIDIN KÎJAN ALÎ KRÎZ E’    Herî dawî jî Guldîken ev tişt anî ziman: “Ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Ji ewil divê şert û mercên nexweşxaneyan însanî bin. Hewceye hejmara xebatkarên tenduristiyê bên zêdekirin. Ji bo pergala randevûyê jî hewcehî bi xebatê heye. Heke pergala tenduristiyê ya parastin û pêşîlêgirtinê were avakirin, dê xelk nexweşxaneyan ewqas tije neke. Li vî welatî pirsgirêk nayên çareserkirin ku para desthilatdariyê tê de heye. Ji ber ku welêt bi kaosê birêve dibe. Îro krîzeke wisa heye ku em destê xwe bidin kîjan alî krîz e. Tundiya di qada tenduristiyê de jî girêdayî vê rewşê ye.”