Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû! 2022-07-18 09:40:02 STENBOL - Yasemîn Boyraz a di Qetlîama Pirsûsê de ku dayika wê jiyana xwe ji dest da got: “Ez 33 salî bûm, dayika min hat kkuştin. Lewma ez ê her tim 33 salî bim. Helbet wêr ojek edalet were.”    Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20’ê Tîrmeha 2015’an de komek ciwan xwestin ji navçeya Pirsûsê  ya Rihayê derbasî bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanê ku bûbû remaza berxwedanê bibin û ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin. Lê DAIŞ’ê li hewşa Navenda Çanda Amara li dijî van ciwanan êrişa xwekuş pêk anî û 33 kes jiyana xwe ji dest dan û ji 100 kesî zêdetir jî birîndar bûn. Qurbanî wek “Rêwiyên Xeyalê” hatin pênasekirin û di dîrokê de cihên xwe girtin.      BERNAMEYA BÎRANÎNÊ    Malbatên qurbaniyan di bin banê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê 83 meh in li navçeya Kadikoya Stenbolê Nobeda Edaletê li dar dixin. Malbat dê di 20’ê Tîrmehê salvegera komkujiyê de li Kadikoyê bin û daxwaza edaletê bikin. Her wiha heman rojê dê rêxistinên ciwanan jî li Kadikoyê ji bo qurbaniyan çalaki li dar bixe. Malbat dê pişt re jî biçin ser gora zarokên xwe û wan bi bîr bînin.    Yek ji van 33 qurbaniyan jî Nazêgul Bahar Boyraz bû. Keça Boyraz, Yasemîn Boyraz qala têkoşîna malbatên Pirsûsê kir û bi bîr xist ku 7 sal in birîna wan nekewiyaye.    EW 33 SALÎ MAYE    Boyraz anî ziman ku êşa wê wek ya roja ewil nû ye û got: “Dema mirin dikeve malekê her kes bi wî/wê kesî re dimire. Ez hê jî 33 salî bûm, dayika min hat qetilkirin. Ji ber vê yekê jî ez her tim xwe 33 salî dibinim.”    Boyraz da zanîn ku wêne û dîmenên jinên êzidî yên ku ji destê DAIŞ’ê dihatin rizgarkirin tesîrek mezin li ser dayika wê kiriye û ji ber vê yekê ew jî çû Pirsûsê û got: “Rojek wêneyê wê jina ku hîzarê ji ser xwe diavêt ji min re şand û gotibû divê em li cem van jinan bin.”    KARGOYA PIŞTÎ 6 SALAN    Boyraz da zanîn ku piştî ku 6 sal di ser qetlîamê re derbas bûn kelûpelên dayika wê xwîn lê ketine bi kargoyê jê re hatine şandin û tişta ku li zora mirov diçe piştî 6 salan wan kelûpelan bi kargoya PTT’ê dişînin malê. Boyraz got ew di wê baweriyê de ku dê xeyalên dayika wê û hevalên wê biçe serî.    QURBANÎ BI QISÛR HATINE DÎTIN    Boyraz anî ziman ku ji bo kujer werin dîtin di 7 salan de ew tev li 22 danişînên dozê bûye û kuştin û qetlîam ne bes e vê carê jî radibin qurbanî û dayika min bi qisûr hatin dîtin. Boyraz diyar kir ku hem yên hatine kuştin ew in û hem jî yên bi qisûr hatine dîtin jî dîsa ew in.   TÊKOŞÎNA EDALETÊ    Boyraz destnîşan kir ku tevî her tiştî jî ew ê baweriya xwe ya ji bo edaletê winda neke û ne 7 sal 77 sal jî di ser qetlîamê re derbas bibin dê daxwaza edaletê bikin. Boyraz da zanîn ku divê ku wezîrê karên navxweyî yê wê demê, serokwezîrê wê demê û serokkomar ji wê pêvajoyê berpirsiyar in. Boyraz destnîşan kir ku tevî hemû tiştên neyînî ku diqewimin jî gumana wan bicihanîna edaletê nîne û dê rojek edalet were vî welatî.    MA / Dogan Kaynak