Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin 2022-07-18 14:35:00   MÊRSÎN - Şaxa ÎHD’a Mêrsînê bi boneya salvegera damezirandina ÎHD’ê daxuyanî da û diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê bi boneya 36’emîn salvegera damezirandina komeleyê li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “ÎHD 36 salî ye, ji 17’ê tîrmeha 1986’an heta roja me” hatibû daliqandin. Di daxuyaniyê de pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê jî amade bûn. Beşa ewil a daxuyaniyê ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr ve hate xwendin.    Demîr, diyar kir ku armanca damezirandina komeleyê ew bû ku di mijarên maf û azadiyên mirovan de xebatan bimeşîne û wiha got: “ÎHD, ji 17’ê tîrmeha 1986’an heta niha dibêje ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî û mafên mirovan heye û ji bo çareserkirinê jî her tişta ji dest hat kir. Vê têkoşîna ÎHD’ê jî bandoreke mezin di avabûna çanda parastina mafên mirovan kir.”    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Hevserok Zeynep Benlî jî beşa duyemîn a daxuyaniyê xwend. Benlî, da zanîn ku girîngtirîn pirsgirêka li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û ev tişt anî ziman: “Erdnîgariya şer û pevçûnan li gel Tirkiyeyê, her wiha li Sûriye û bakurê Iraqê jî berfireh bû. Binpêkirinên mafan ên giran tên kirin. Krîza aborî ya heyî jî girêdayî vî şerî ye. Li gorî rapora Enstîtûya Pêşveçûna Demokratîk (DPI), di şerê 40 salên dawî de nêzî 300 milyar dolarên DYA’yê yekser hatine xerckirin û bi awayekî neyekser jî 4.5 trîlyon dolar pere hatine xerckirin. Xuyaye ku ev rewş êdî wiha nadome. Ji tayînkirina qeyûman heta girtin û binçavkirinan, gelek binpêkirinên derhiqûqî hene. Weke ku ev sepanên dijdemokratîk bes nebin, niha jî hewl didin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bigirin. Ev yek dê derbekî giran li hêviya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên demokratîk bixe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, hewceye pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin.”