Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin 2022-07-18 15:12:06 AMED - Bi hinceta ku di dema xwe de kongreya xwe pêk neanî, li cihê serokatî û rêveberiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin.  Ji ber ku di dema xwe de kongreya xwe pêk neanî, li Rêveberiya Amedê ya CHP’ê qeyûm hat tayînkirin. Serokên navçeyên Amedê yên CHP’ê ji ber ku kongreya asayî di dema xwe de pêk ne anîn ji peywirê hatin girtin û ji bo ku qeyûm bê tayînkirin, serî li 9’emîn Dadgeha Sulhê ya Enqereyê dan. Di danişîna 3’yemîn de dadgehê biryar da ku qeyûm tayînî Rêveberiya CHP’ê ya Amedê bê kirin.    Dadgehê li şûna Rêveberiya Bajêr a CHP’ê Canan Taş, Behçet Gezer, Mûzaffer Deger, Mehmet Başîr Îpekçî, Devrîm Bûdak û Suleyman Berberoglû tayîn kir. Dadgeh ji bo demekî herî nêz de banga desteya giştî bike qeyûman peywirdar kir û rêya serlêdana dadgeha îstînafê vekirî hişt.     Piştî biryarê, Serokê CHP’a Amedê Gonul Ozel di koma xwe ya WhatsApp’ê de daxuyaniyeke kurt parve kir. Ozel diyar kir ku riya temyîzê vekirî ye û wiha got: “Navenda Giştî ji bo ku em biçin kongreye ji min û rêveberên ku min ji peywirê girtibûn îmze xwest. Dema ku Navenda Giştî biryara kongreye neda, rewşê birin dadgehê.”