Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir 2022-07-18 16:42:53   AYDIN - Parlamenterê CHP’ê yê Aydinê Suleyman Bulbul nûçeya me ya bi ser navê “Li Aydinê mirina bi guman: Întîhar e yan cînayet?” xist rojeva Meclisê û ji bo ronîkirina bûyerê xwest ku komîsyona lêkolînê were avakirin.    Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Aydinê Suleyman Bulbul nûçeya me ya bi ser navê “Li Aydinê mirina biguman: Întîhare yan cînayet?” ku di 14’ê tîrmehê de hatibû weşandin, xist rojeva Meclisê. Bulbul, di pêşnûmeya xwe de xwest ku komîsyona lêkolînê were avakirin. Bulbul, bi domdarî dîmenên kamereyan bi bîr xist û wiha got:    “Di navbera salên 2020-2021’an de li girtîgehan 104 girtî û hikûmxwaran jiyana xwe ji dest dan. Zextekî giran li ser girtiyan heye û di dema xwe de nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiyê bigirin. Sedema mirinan jî ev e. Mixabin derheqê berpirsyaran de jî kirariyek nehatiye destpêkirin. Lê mafê jiyanê mafê herî bingehîn e. Hemû mafên din girêdayî vî mafî ne. Ev maf, di Xala 17’emîn a Makeqanûnê de hatiye parastin. Û yek ji peywirên dewletê yên ewil ew e ku peywirên di Makeqanûnê de hatine destnîşankirin pêk bîne. Bûyera li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê qewimî, binpêkirina mafê jiyanê ye. Lewma divê ev bûyer were ronîkirin, dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne û di zûtirin demê de komîsyona lêkolînê were avakirin.”   ÇI BÛBÛ?    Hat îdiakirin ku girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî (28) di 13’ê çileyê de li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê întîhar kiriye. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Ekîncî ku bejna wî mîtroyek û 70’ê santîm in, xwe bi hesinê bi bilindahiya mîtroyek û 48 santîman hilayîstiye û kuştiye. Lê bi dîmenên di destê me de, îfadeyên şahidan û girtekan re gumanên li ser mirina Ekîncî zêdetir bûn.