'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike' 2022-07-19 09:05:40 AMED - Nexweş ji ber pergala randevûyê mexdûr dibin û ji bêgavî diçin nexweşxaneyên taybet. Amediyan bertek nîşanî vê da û gotin: "Dewlet nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike."  Li Tirkiyeyê li gel gelek qeyranan qeyrana tendûristiyê jî yek ji qeyranên berbiçav e. Ji pirsgirêkên sereke ya di vê qadê de yek jê jî pirsgirêka randevûyê ye. Di salên dawî de ji ber vê pirsgirêkê welatî nikarin tedawî bibin. Kesên diçin nexweşxaneyan ji bo randevûyê, herî nêzîk dikarin ji bo 3-4 mehan randevûyê bigirin. Ew jî dibe sedema ku nexweşiyên nexweşan girnatir bibin. Her wiha ji ber vê nexweş ji bêgavî berê xwe didin nexweşxaneyên taybet.    Têkildarî meseleyê me guh li welatiyên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê li benda dermankirinê ne kir.    Welatiyê bi navê Mehmet Aydemir diyar kir ku ji bo teşxîsikirina nexweşiya xwe hatiye nexweşxaneyê, lê je re gotine randevûyê bistîne hê were. Aydemir bi lêv kir ku pirsgirêka randevûyê heye, lewma nizane wê kengî randevûyê bidine. Aydemîr got: “Randevûyê 2 meh, 3 meh paş de davêjin. Gelo ma heya 2 meh an jî 3 mehê din ez ê sax bim? Mirov ji ber bêxwedîbûne dimire.  Dema yek diçe nexweşxaneyên taybet tedawî dibe jî jê re dibêjin tu yê ew qas pere bidî, lê gelo ew qas pereyên wî hene ku bide? Dema pere tune be ji xwe nikare bê dermankirin û dimire. Niha ji min re dibeje biçe randevûye bigre, heke ez randevûye bigrim, 2 meh an 3 meh an jî 4 meh şûn ve wê bidin nizanim.”   3 MEH IN LI BENDA RANDEVÛYE YE   Welatiya bi navê Muheterem Barût ku 3 meh in ji bo dermankirina çavê xwe nikare ji nexweşxaneyên dewletê randevûyê bigre bi van gotinan bertek nîşanî pergala randevûyê da:  “Derfetên me têrî nexweşxaneyên taybet nakin. Nexweşxaneyên dewletê jî ji bo tu mecburî nexweşxaneyên dewletê bibî randevûyê nadin. Ji wan re rehet e, lê pereyên me tune ne ma em ê çawa bikin. Di nexweşxaneyê de bijîşkek tenê heye ji bo guh, poz, qirikê. Gelek kes di rêzê de ne. 3 saet in li bendê me ku zarokê xwe derman bikim. Xwîn ji pozê zarokê min tê, me ew anî nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê derman nekirin, qet nenêrîn ku ji ber çi xwîn ji poz tê."   ‘GEL MECBÛRÎ NEXWEŞXANEYÊN TAYBET DIKIN’   Welatiye bi navê Erdal Ozkent derbare mijarê de anî ziman ku pergala randevûyan a nexweşxaneyan êdî hilweşiyayê û wiha pê dê çû: “Em nikarin randevûye bigrin. Dibêjin herin mal. Êdî mîsyona nexweşxaneyan nemaye. Dema welatî nikarin li nexweşxaneyên dewletê randevûye bistînin ji mecbûrî diçin nexweşxaneyên taybet, lê ew jî ji bo aboriya mirovan dibe sedama mexduriyetekê. Dibe ku pere tune be. Nexweş ji ber wê jî ji derdor re deyndar dibe. Dewlet mecbûr e ku gel derman bike, ew berpirsyariya wê ye lê berpirsyariya xwe bi cih nayne û gel mecbûrî nexweşxaneyên taybet dike. 20 sal in desthilat in ji bo gel çi kirine, ji bilî maxduriyetê tiştek tune ye.”   ‘ÊDÎ RANDEVÛ NAYÊ GIRTIN, GEL PERÎŞAN BÛYE’   Welatiyê bi navê Şemsedîn Tûtan b ilêv kir ku ji ber kar tiliyên lingên lawê wî şikestine û ji bo dermankirinê ji gundê Hemê yê navçeya Çinarê ya Amedê nêzî  40 km rê hatine. Tûtan anî ziman ku li nexweşxaneyê fîlm kişandine û ji bo dermankirinê jî nexweşxaneyê ji wan re gotiye gere hûn randevûyê bigirin. Tûtan bertek nîşanî pergala randevûyê da û got: “Ka em nizanin wê mehek şûn ve randevûyê bidin, 2 meh an 3 meh şûn de, nediyar e. Êdî randevû jî nayê girtin, milet perîşan bûye. Jixwe rewşa nexweşxaneyan pir xirab e, gelek kes di dorê de ne ji bo dor bê wan. Li gund cîranê me qeyrana dil derbas kir 3 caran, ew anîn vê nexweşxaneyê û ew ji vir şandibûn nexweşxaneya taybet. Bi 14 hezaran ameliyat bû. Jê re gotibûn heke nexweşxaneya dewletê neşandana wê 40 hezar ji wî bigirtina.”