Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir 2022-07-19 10:29:25 ENQERE - Rêxistinên ciwanan ku ji bo Komkujiya Pirsûsê têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, bi boneya 7’emîn salvegera komkujiyê bang li her kesî kirin ku beşdarî bîranîna sibe ya li Guvenparkê bibin.    Li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), bi sedan ciwanan xwestin pêlîstok û alîkariya mirovî bigihînin Kobanê. Ciwanên ku bi vê mebestê hatin Pirsûs a Rihayê, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de rastî êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin û di encamê de 33 ciwan bi hovane hatin qetilkirin. Di 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de ciwanên hatine qetilkirin dê sibe li Guvenpark a Çankaya ya Enqereyê bên bibîranîn.    Ji Kovara Karalayê Zeynep Ulger, ji SGDF’ê Hîvda Selen, ji Komîteyên Ciwanan Ozan Denîz Odemîş û ji Kolektîfên Xwendekaran Zeynep Kurt dan zanîn ku dê xeyalên 33 ciwanên hatine qetilkirin nîvcoyî nemînin û dê têkoşîna xwe ya edaletê li kolanan bidomînin.    ‘KESÊN DIXWESTIN ŞOREŞÊ AVA BIKIN HATIN QETILKIRIN’    Zeynep Ulger da zanîn ku bi dirûşma “Me bi hev re parast û dê bi hev re ava bikin” derketine rê û wiha got: “Li kêleka me şoreşek dihat kirin. Êrişa dewletê, êrişeke li dijî şoreşê bû. Li dijî kesên ev şoreş diparast û dixwestin ava bikin bû. Ji bo astengkirina me polîsan her tişt dikir lê bombeyên zindî nedidîtin. DAIŞ’ê ev komkujî li xwe girt lê bi alîkariya dewletê kir. Ji gotina Erdogan a ‘400 parlamenteran bidin bila ev kar di nava aramiyê de çareser bibe’ xuya dibe ku ev komkujî bi destê Erdogan hat kirin. Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî. Yên çûyîn Pirsûsê jî bi vê hêviyê çûn. Gelek enternasyonalan Rojava parast û dewletê xwest xeyalên wan bikuje. Em ê di 20’ê tîrmehê saet di 18.00’an de li Guvenparkê merasîma bîranînê li dar bixin. Banga min li her kesî ew e ku tev li bibin.”    ‘DEWLETÊ XWEST TÊKOŞÎNA HEVPAR TÊK BIBE’    Endama SGDF’ê Hîvda Selen jî êrişa heyî weke êrişeke stratejîk a dewletê pênase kir û ev tişt anî ziman: “Xwest têkoşîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê têk bibe. Tirkiye hêj niha jî bo DAIŞ’ê qadê vedike. Çete, xwe bi destê dewletê birêxistin dikin. Yên tên darizandin jî em in. Em ji ber axaftinên Pirsûsê û çalakiyên ji bo komkujiyê tên darizandin. Federasyona me ji sedî 50 sûcdar hat dîtin û malbat ji ber axaftinên xwe yên ser gorên zarokên xwe kirine tên darizandin.”   ‘EM DIXWAZIN XEYALÊN CIWANAN PÊK BÎNIN’    Ji Komîteyên Ciwanan Ozan Denîz Odemîş jî got ku ciwanên çûyîn Pirsûsê bi mebesta birêxistinkirina têkoşîn û piştevaniyê çûbûn û wiha pê de çû: “Bi êrişa heyî me fêm kir bê ka karê şoreşgeriyê yê wan dikir çiqas binirx e. Tekane daxwaza wan dinyayeke wekhev û azad bû. Divê mirov lê binêre bê ka ev komkujî bi kêrî kê hat. Serokwezîrê demê Davutoglû digot; ‘dengên me zêdetir bûn.’ Mirov ji vê gotinê fêm dike. Em dixwazin xeyalên wan ciwanan pêk bînin. Peywira me ya şênber ew e ku em vê têkoşîna dîrokî bidomînin.”    ‘EDALETA JI BO PIRSÛSÊ LÊGERÎNA EDALETA GIŞTÎ YE’    Zeynep Kurt jî têkildarî mijarê nêrîna xwe wiha parve kir: “Kesên çûyîn Pirsûsê, rola têkoşîna ciwanên şoreşger a dîrokî li xwe girtibûn. Ne tenê xeyalek bû, bi berpirsyartiyekê çûbûn wê derê. Di encamê de yek ji komkujiya ciwanan a herî bixwîn a herêmê pêk hat. Dema li kolan, kampûs û taxan em dibêjin ‘edalet ji bo Pirsûsê’, em lêgerîna edaleta giştî dikin. Birêxistinkirina edaleta ji bo Pirsûsê, berpirsyartiya ciwanan e. Banga me ji bo her kesê dixwaze têkoşîna edaletê mezin bike ew e ku sibe bên Guvenparkê.”