Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e 2022-07-19 10:50:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiva îdiaya Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu da û got: “Heke ku Soylu ne derewkarê sextekar û bêbext be bila keremke kaseta ku îdia dike biweşîne.”    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di 15’ê hezîranê de li qenalek televizyona tirk tev li bernameyê bû û îdia kiribû ku Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan re kasetek şandiye. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ser vê îdiaya Soylu, bang lê kir ku îdiaya xwe piştrast bike û bi van gotinan bertek nîşan dabû: “Tişta ku em bêjin pir zelal e. Bila keremke çi heye eşkere bike. Gelo kaset heye, gelo belge heye, bila keremke eşkere bike. Heke eşkere neke sûc dike. Du sûcan dike. Sûcek veşartina delîlan û sûcê didoyan jî bêbextî ango îftira ye.”    Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna li gel Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersiva pirsa derbarê îdiaya Soylu de jî dide.    ‘SOYLU DEREWKAR E’    Karayilan wiha bersiva Soylu daye: “Ew pirsa te kir, gotina te kir li ser vî hîmî çêbûye. Suleyman Soylû gotiye, dereweke, dereweke mezin e. Ez dixwazim vê bibêjim; eger ku Suleyman Soylû ne kesekî derewkerê sextekar be, îftirakar be, ma ne li pêş kamerayan got ku 'Karayilan talîmat ji Pervîn Bûldan re şandiye, qaset di destê min de heye'. Eger ku ew ne kesekî derewker e bila li pêş kamerayan wê kasetê pêşkêş bike. Birêz Pervîn Bûldan hevseroka HDP'ê ye, rol û mîsyonek xwe heye. Ew dixwazin zextê lê bikin, şerekî psîkolojîk bimeşînin, îftira dikin. Ev îftira ye. Eger ne wisa ye bila pêşkêş bike. Ne tenê ev derew e, hemû tiştên di vî babetî de dibêjin derew in. Li ser derew û dolaban dixwazin HDP'ê tengav bikin û belkî bigirin. Nizanim 'Doza Kobanê' ye, nizanim yên din çi ye, hemû di van çarçoveyan de têne meşandin. Hemû bi derewan dixwazin wisa têkoşîna azadî û demokrasiyê ya sosyalîzma Tirkiyeyê têk bibin. Hedefa wan ev e. Lewma ez eşkere dibêjim, tiştekî wisa tune ye. Eger ne wisa ye bila keremke wezîreke, eşkere li pêş kamerayan axiviye bila li pêş kamerayan keremke pêşkêş bike. Eger ku neke ew şarlataneke, ew derewkereke, ew îftirakareke.”