DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar 2022-07-19 12:57:53   AMED -   Rêveberiya Navendî ya DBP, derbarê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de daxuyanî da û diyar kir ku Şoreşa Rojava bi rêya sêyemîn ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar.   Îro salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava ye. Sazî û dezgehên gelê kurd li Kurdistanê û seranserî cîhanê ji bo salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyan didin, çalakî û şahiyan li dar dixin. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:    "Di ser şerê navxweyî  yê Suriyê de ku di sala 2011'an de destpêkir 11 sal derbas bûn. Di van salan de Ji aliyekî ve polîtîkayên înkarkirinê yê rejîma Baasê ya ku tu mafên demokratîk ê gelê Kurd û gelê din nas nedikir li aliyê din zext û zordariya  komên cîhadî yên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Ev pêkhatin rê li ber çareseriya pirsgirêkê gelan digirt û hêviya aramiyê têk bir.   BÛYE HÊVIYA AZADÎ   Şoreşa Rojava ya ku li ser esasên avakirina xweseriya demokratîk di 19 Tîrmeha sala 2012'an dest pê kir, li dijî polîtîkayên yekperest û înkarkirinê yên rejîma Baasê û êrişên komên cihadî yên hovane îro di pêşengiya gelê Kurd de ji bo Ermen, Ereb, Suryan û Tirkmenan bûye hêviya azadiyê. Ev pergala ku li ser hîmên demokratîk, jiyana hevpar û wekheviyê hatiye avakirin, bi parastina azadiya gelan, ciwan komên olî û bi taybetî jî bi têkoşîna jinan a bêhempa ya ku bareke giran dane ser milê xwe û giringiya rola jinan a di civekê de qewî kirine, ji bo gelên bindest û pir çandî jî bûye modeleke girîng. Ji ber vê yekê ye ku hêzên emperyalist, netew-dewletên ku li dijî ziman, çand û olên cuda polîtîkayên yekperest diparêzên êrişê Rojava dikin ku yek ji wan jî dewleta Tirkiyê ye.   HEWL DIDIN KU ŞOREŞA ROJAVA TÊK BIBIN   Weke ku tê zanîn li Kobenê şereke dijwar qewimî, di vî şerê ku li dijî êrişên DAIŞê pêk hat de Kurdên li çar aliyê cihanê bi yek dilî xwedî li Kobanê derketin. Ev yek hêviya avakirina yekitiya netewî xûrt kir û sînorên ku di nav Kurdan de hatiye avakirin ser û bin kir. Têkoşîn û pêşengiya jinên Kurd bala raya giştî ya cîhanê kişand û rê li ber hevgirtin piştgirî têkoşîneke  enternasyonel vekir. Piştî têkçûyina DAIŞê Kobanê bi serkeftina xwe îro bûye sembola şoreşa Rojava, ên ku hêvî dikirin ku Kobanê bikeve îro bi têkçûyinê re rû bi rû ne. Lewma hikûmeta AKP-MHP'ê û şirîkê wan bi êrişan hewl didin ku şoreşa Rojava têk bibin. Di encama van êrişan de Efrîn, Serêkanî û Girêspî bi destûra hêzên navnetewî û komên cîhadî hatin dagirkirin, bi hezaran kesa hatin kuştin, demografî hate guhertin, bi sed hezaran kes bi koçberiyê re rû bi rû man, cih û warên  dîrokî hatin talankirin.   XWEDÎ LI DESTKEFTİYÊ XWE DERKEVIN   Li dijî van pêkanînan em weke DBP 'ê bang li partî, sazîyên Kurdî û gelê xwe dikin ku bi ruhê Kobanê xwedî li destkeftiyên Kurdan derkevin, hêviya avakirina yekitiya netewî xurt bikin û Şoreşa Rojava biparêzin û em bang li raya giştî ya navnetewî, hemû gelên Tirkiyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP'ê dengê aşitiyê bilind bikin û bibin hevkarê rêya çareseriyê. Bi vê minasebetê em 10'mîn salvegera Şoreşa Rojava ya ku bi rêya sêyemîn ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar, wekhev û azad Slav dikin û em ê li ser vê bingehê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi biryar bidomînin."