Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da 2022-07-19 14:37:32   NAVENDA NÛÇEYAN  - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derheqê 4 leşkerên di pevçûnên li herêma Zapê de hatine kuştin û leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz ku cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye tu daxuyanî nedane.    Êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin didomin. Ji roja destpêkê ya êrişan heta niha derheqê çekên kîmyewî yên di şer de tên bikaranîn û leşkerên tên kuştin agahî tên parvekirin.    Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ya di 31’ê gulanê de hat gotin ku 4 leşkerên artêşa tirk di 29’ê gulanê de li herêma Metînayê hatine kuştin. Hat diyarkirin ku Binefser Çawişê Biqidem Yûnûs Eylîk, Çawişê Pispor Alî Taşkin (TûgayaKomando ya Sêrtê), Çawişê Pispor Mevlût Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar ji wan leşkerên hatibûn kuştin bûn.    Tevî ku bi ser re gelek dem derbas bû jî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derheqê van leşkeran de tu daxuyanî nedan.    WEZARETÊ NEDEREWAND    Di nûçeya ANF’ê ya di 10’ê tîrmehê de jî hat gotin ku di pevçûnên li Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Girê Amediyeyê ku dikeve rojavayê Zapê, 2 leşker hatine kuştin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku navê yek ji van leşkeran Nacî Kaygisiz e û cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye. Piştre jî kunye û alavên leşkerî yên Kaygisiz bi rêya dîmenan hatin parvekirin. Lê belê derheqê aqûbeta Kaygisiz de wezaretê heta niha tu daxuyanî nedan û ev agahî nederewandin.