Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin 2022-07-19 15:45:10 ŞIRNEX - Li Şirnexê qirkirina xwezayê bênavber didome. Dîmenên nû yên darên li Şirnexê hatine birîn û bi TIR’an vediguhêzin bajarên din derketin holê.    Li Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê yên Şirnexê cerdevan di bin çavdêriya leşkeran de bi hinceta “ewlekariyê” daran dibirin. Derheqê qirkirina darên li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên herêma Bestayê de dîmenên nû hatin bidestxistin.    Di dîmenên nû de bi dehan TIR’ên ku darên hatine birîn lê barkirî li gundê Avgamasiya tên dîtin. Ev TIR’ên behsê xeberê demek piştre ber bi bajarên din ve dikevin rê.