Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan 2022-07-19 22:56:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan diyar kir ku ew biryara têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê ya Şûraya Dewletê nas nakin û bi dirûşmeya "Her xaleke peymanê êdî her yek ji me ye" bang li jinan kirin ku dakevin qadan û kolanan.    Şûraya Dewletê daxwaza betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê red kir. Jin li hemberî vê biryara Şûraya Dewletê daketin qadan.    STENBOL   Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ji bo şermezarkirina biryara Şûraya Dewletê li Kadikoyê li Îskeleya Beşîktaşê li hev civiyan. Di çalakiyê de pankarata li ser “Em biryara bêhiqûqî nas nakin! Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" nivîsandî hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Peymana Stenbolê jiyan e", "Hûn ê tu carî bi tenê nemeşin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.   ‘BIRYAREKE SIYASÎ YE'   Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm axivî. Ataselîm diyar kir ku ew li dijî kuştina jinan li kolanan û li dadgehan ne. Ataselîm anî ziman ku dewlet û hikûmet berpirsyariyên xwe bi cih naynin, li dijî LGBTÎQ+yê zayendperest in û gotinên nefretê dikin û got, ew li dijî vê yekê li kolan û qadan li hev civiyane. Ataselîm got: “Em dixwest ku Şûraya Dewletê ji yek zilamî re bibêje 'tu nikarî her tiştî bike.' Lê em bi biryareke siyasî re rû bi rû ne."    ‘HER XALEK WÊ EM IN'   Ataselîm bal kişand ser danişîna dozê Peymana Stenbolê ya li Şûraya Dewletê û got, bi sedan jin û parêzer ji Şûraya Dewletê re Destûra Bingehîn rave kirin. Ataselîm di berdewama axaftina xwe de got: “Bi rêya hiqûqê dikaribû pêşî lê bê girtin. Di warê siyasî de jî pêşî li ber girtin. Em vê rastiyê bi jiyan û têkoşîna xwe ya civakî dizanin. Hemû civak dizane. Peymana Stenbolê dikare her roj pêşî li kuştinên hovane yên jinan bigire. Lê gava bi temamî were sepandin, dê pêşî li qirkirina jinan jî bigire. Ger ew bi biryar bin, em jî wekî kesên ku her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin bi biryartir in. Ji niha û pê ve jî erka me ye ku em vê têkoşînê bi awayekî hîn rêxistinkirî bidomînin. Dê li hemû qad û kolanan me bibînin."    Ataselîm destnîşan kir ku ew biryara Şûraya Dewletê nas nakin û got: “Her xaleke peymanê êdî her yek ji me ye. Êdî dem dema hînbêtir têkoşînê ye. Ji bo şandina desthilata siyasî em ê bi awayekî rêxistinkirî têbikoşin."   ÎZMÎR     Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Jiyan e ya Îzmîrê jî têkildarî biryara Şûraya Dewletê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Me dest jê berneda, em ê dest jê bernedin" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên "Peyman a me ye, em dest jê bernadin", "Cinayetên jinan polîtîk in", "Jinên hatin qetilkirin îsyana me ne” û “Peymana Stenbolê jiyan e" hatin berzkirin.    Li ser navê jinan Berfîn Buykertaş daxuyaniya çapemeniyê xwend.   'BIRYAR NE REWA YE'   Bûkertaş anî ziman ku ew vê biryara yekzilamî nas nakin û ji roja destpêkê ve li kolan û qadan qîriyane û got, li bara jinan û civakê tu rewabûna vê biryarê tune ye. Buyukertaş jinên hatine qetilkirin û necazakirina kujeran bibîr xist û ji detshilatê re got "hûn dijminê jinan e." Buyukertaş di berdewamiyê de got: "Em dest ji têkoşîna xwe, irara xwe û inyada xwe bernadin."    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) jî li heman cihî têkildarî biryara Şûraya Dewletê daxuyanî da û got: "Em vê biryara bêhiqûqî qebûl nakin û em dest ji Peymana Stenbolê bernadin." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê Peymana Stenbolê pêk bînin.    Navenda Giştî ya Egîtîm-Senê jî têkildarî mijarê bi awayekî nivîskî daxuyanî da û got, ew vê biryara bêhiqûqî qebûl nakin.