Qeyûm Liceyê difiroşe! 2022-07-20 09:03:18   AMED - Hevşaredarê HDP'ê yê Liceyê yê ji wezîfeyê hat girtin Tarik Mercan diyar kir ku qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin erse û kargehên aydê şaredariyê firotine, hemû îhale dane şîrketên Xarpêtiyan û kesê ku ji Enqereyê aniye jî bi bêusûlî kiriye cîgirê şaredar.   Hevseroka Şaredariya Lice ya Amedê ya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat hilbijartin Rezan Zugûrlî di sibata 2017’an de ji wezîfeyê hatibû girtin û Qeymeqam Sînan Başak li şûna wî weke qeyûm hatibû tayînkirin. Piştî ku qeyûm Başak tayînî cihekî din hat kirin, di gulana 2018’an de Abdulkadîr Çelîk li şûna Başak bû qeyûm. Çelîk heta hilbijartina 31'ê adara 2019'an wek qeyûm wezîfedar bû. Şaredariya ku di dema hevserokên DBP'î de 7 milyon û 536 hezar û 517, 36 lîre di kaseya wê de hebû û deynên wê tune bûn, bi tayînkirina qeyûm re di nava deynan de ma. Hevşaredarên HDP'ê Tarik Mercan û Rûken Yilmaz ku di hilbijartinê de ji sedî 78 ê dengan wergirtin û di 15'ê nîsanê de şaredarî dewr girtin, 3 milyon û 586 hezar û 824,10 lîre deynê şaredariyê ragihandibûn gel. Mercan û Yilmaz jî di 3'yê adara 2020'an de ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin.   Mercan der barê gendeliya ku qeyûman li navçeyê kiriye agahiyên girîng bi raya giştî re parve kirin. Mercan ragihand ku qeyûmê ewil di 10'ê sibata 2017'an de tayinî Şaredariya Licê hatiye kirin û di nava 2 salan de 8 milyon TL'yê di qaseya şaredariyê de qedandiye û piştre jî 4 milyon TL deyn xistiye stuyê şaredariyê. Mercan da zanîn ku qeyûmê nû hemû tiştên aydê şaredariyê firotine û wiha got: "Feraseta qeyûm li her derê bi mantiqa talankirin û fetihkirinê tevdigere. Lice jî yek ji wan e."   ‘QEYÛMÊ DIN JÎ DIKAN FIROTIN'   Mercan anî ziman ku Muhammed Evlîce ku di tebaxa 2021’an de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Liceyê hatiye kirin û hê jî wezîfedar e, erse û dikanên şaredariyê firotine û wiha domand: “Qeyûm çend roj berê ji 50 dikanên şaredariyê yek jê firot. Dê dikanên din jî bifroşe lê nikare kiryaran bibîne. Bihayê dikanên milyon û 200 hezar TL ye, lê qeyûm dikanek jê bi 750 hezar TL'yî firotiye. Ev jî nîşan dide ku li gorî serê xwe dikanan difiroşin.”   ‘EW JI ENQEREYÊ ANÎ KIR CÎGIR'   Bi domdarî Mercan bi lêv kir ku qeyûmê Şaredariya Liceyê Muhammed Evlîce gava nû hatiye wezîfedarkirin Abdulkadîr Saribayê ku li Enqereyê di îtfaiyeyê de dixebitî aniye û ew bi awayekî derqanûnî kiriye cîgirê şaredar. Mercan destnîşan kir ku qeyûm hemû îhaleyên şaredariyê dane fîrmayên Xarpêtiyan û wiha pê de çû: "Ev kes hem meaşê cîgirê şaredariyê hem jî di şîrketa şaredariyê de meaşê rêvebertiyê distîne."   Mercan diyar kir ku qeyûm ji bo Navenda Çanda Ciwanan û kevirên parkeyî 10 milyon TL bi 60 texsîtan ji Banka Îllerê wergirtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hîn bûn ku dê bi vê yekê navendeke ciwanan bê avakirin. Em dizanin cihê ku navenda ciwanan lê hatiye avakirin ne aydê şaredariyê, aydê xezîneyê ye. Diviyabû pêşî ev der tahsîsî şaredariyê bihata kirin paşê navend bê çêkirin. Lê bêyî van tiştan proje hat pejirandin. Niyeta wan heye hem deynê ji şaredariyên HDP'ê yên ku dê dîsa di hilbijartinê de bi ser bikevin re bihêlin hem jî Navenda Çanda Ciwanan ji saziyên din re bihêlin. Ê ev îhale wergirtiye jî şîrketeke Xarpêtê ye. Ev yek jî nîşan dide bê ka kar çawa tên kirin û çawa kar didin xizmên xwe."   'QEYÛM 3 MEAŞAN DIGIRE'   Di berdewamê de Mercan da zanîn ku qeyûmê Liceyê Muhammed Evlîce hem meaşê qeymeqamtiyê, hem meaşê qeyûmtiya şaredariyê û hem jî meaşê midûrtiya şîrketa şaredariyê distîne. Her wiha Mercan diyar kir ku qeyûm û rêvebiriya şaredariyê mazota şaredariyê di karên ne yên şaredariyê de bi kar tînin û wiha derbirî: "Meha borî tenê lêçûna mazot û benzînê ji 500 hezar TL'yî zêdetir bû. Ev hemû ji qaseya şaredariyê diçin."    'ŞAREDARÎ JI LEŞKERIYÊ RE DIXEBITE'   Mercan diyar kir ku şaredarî karê înşeatê yê leşkeriyê û midûriyeta polîsan jî dike û got, şaredariyê ji bo kar milyon û 100 hezar TL pere daye kesekî.    'DIVÊ GEL ÎTIRAZ BIKE'   Herî dawî jî Mercan ev tişt anî ziman: "Çi qas dikan û zeviyên Şaredariya Liceyê hebin hemû yên gelê Liceyê ne. Evana ji ber ku pereyê wan qediyaye bi mantiqa AKP'ê hema çî Şaredariya Liceyê heye dixwazin bifiroşin. Tiştên aydê şaredariyê bi erzanî didin alîgirên xwe. Dixwazin şaredariyê di bin deynan de bihêlin û vî deynî ji kesên di hilbijartinê de bi ser bikevin yanî HDP'ê re bihêlin. Bi vî awayî dixwazin gava şaredarî di dest me de be nikaribe bixebite."    MA / Mujdat Can - Mehmet Guleş