Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike 2022-07-20 09:04:17   RIHA - Rojnameger Şerwan Mehmûd bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Gel xwedî li şoreşê derdikeve. Hay jê heye ku wê li hemberî êrişên muhtemel xwed helwesteke çawa be. Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike."   Bi daxuyaniyên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji hewayê û bejahiyê ve herêm tim bi êrişan re rû bi rû dimîne. Her wiha piştî civîna NATOyê ya ku di 29'ê hezîranê de li Madrîd a Spanyayê hat lidarxistin, Erdogan duh serdana Îranê kir. Hat diyarkirin ku di vê hevdîtinê de ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî tev lê bûye bazariya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.   Şerwan Mehmûd ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, geşedanên li herêmê nirxandin.     SALA 10'AN A ROJAVA   Mehmûd diyar kir ku di dehemîn salvegera Şoreşa Rojava de careke din herêm bi êrişên Tirkiye û komên wê yên paramîlîter re rû bi rû ye. Mehmûd destnîşan kir ku ev êrişa muhtemel wê ne êrişa yekem a Tirkiyeyê be ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: "Tirkiye ji sala 2016'an û vir ve bi armanca dagirkeriyê dest bi êrişên li ser herêmê kiriye. Wekî ku tê zanîn Tirkiye êriş birin ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê  û ev der hatin dagirkirin.”   Bi domdarî Mehmûd diyar kir ku armanca sereke ya êrişan parçekirina gelên herêmê û têkbirina projeya ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê. Mehmûd got, Tirkiye plan dike ku Minbic û Til Rifatê bi dest bixe û hewl dide kûrahiyeke bi qasî 30 kîlometreyî çêbike.    DAXUYANIYA DYA'YÊ BI BÎR XIST   Di berdewamê de Mehmûd da zanîn ku hêzên li herêmê li dijî êrişên muhtemel xwedî helwesteke zelal in û daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî ku di 15'ê tîrmehê de dabû bi bîr xist. Mehmûd wiha domand: "Ji Ebdî hat pirsîn, ger êrişek çêbibe dê bandoreke çawa li pêşeroja herêmê bike, garantorên wekî Rûsya û DYA bi wan re çi diaxivin û dê helwesta HSD’ê li hember van êrişan çawa be. Ebdî jî got, Tirkiye rêveberiya herêmê qebûl nake, heke êriş pêk were Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşan re amade ye û vê carê wê bersiveke tund bidin Tirkiyeyê. Abdî destnîşan kir ku armanca herî girîng a êrişên Tirkiyeyê parçekirina gelên li herêmê, berfirehkirina qada xwe ya dagiriyê û tunehesibandina pirsgirêka kurd e."   HERÊMA DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE   Mehmûd anî ziman ku Tirkiye dixwaze li herêmê "dewleteke çete" ava bike û got, rêveberên DAIŞ'ê li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatin kuştin, ev ne tiştekî tesadufî ye. Mehmûd bibîr xist ku rayedarên payebilind ên DAIŞ'ê yên wekî El Bexdadî û Mahîr El Egal li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine kuştin û wiha pê de çû: "Me li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî dît ku 4 rêveberên payebilind ên DAIŞ'ê hatin kuştin, li herêmên ku heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin. Ev mînak hemû nîşan didin ku têkiliya Erdogan a bi çeteyên DAIŞ'ê re têkiliyeke pir zelal e. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku di qada navneteweyî de wekî rêxistinên terorîst tên naskirin, hem li cîhanê hem jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeteriyeke mezin in."   LOZAN   Mehmûd îşaret bi wê yekê jî kir ku di vê pêvajoyê de yek ji sedemên sereke yên tundkirina êrişan salvegera 100'emîn a îmzekirina Peymana Lozanê ye ku ev peyman Kurdistanê kiriye 4 parçe. Mehmûd got: “Ji ber vê yekê Erdogan hewl dide ku lezê bide dagirkeriya xwe ya li Sûrîyeyê. Dixwazin sedsaleke din jî kurdan bê statu bihêlin.”   ‘GEL XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERDIKEVE'   Mehmûd ku got "Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên niha wê neşibin yên berê" axaftina xwe wiha qedand: "Ders ji êrişên berê hat derxistin. Lewma dê bersiveke xurttir bê dayîn. Rêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gel li gel hev in. Gel xwedî li şoreşê derdikeve. Hay jê heye ku wê li hemberî êrişên muhtemel xwed helwesteke çawa be. Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike."    MA / Ceylan Şahînlî