‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’ 2022-07-20 10:01:46   COLEMÊRG - Ciwanê bi navê Suleyman Aksu di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin. Dayika Aksu, Kurdret Aksu ev 7 sal in her roj diçe ser gora kurê xwe û wiha dibêje: “Her roj nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin. Tekane daxwaza min edalet e.”    Ciwanên ku ji bo pêlîstokan bibin Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûbûn Pirsûs a Rihayê, di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de li Navenda Çandê ya Amarayê rastî êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin. Di encama êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin û bi sedan ciwan jî birîndar bûn. Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 7 sal derbas bûn. Yek ji ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî jî Suleyman Aksu bû.      Suleyman Aksu, di sala 1990’an de li Gever a Colemêrgê ji dayik bû û li Zanîngeha Çukurovayê beşa mamostetiya inglîzî qedandibû. Piştî ku ji zanîngehê mezûn bûyî jî 3 salan mamostetî kir û di Cejna Remezanê ya sala 2015’an de ji bo pêlîstokan bo zarokên Kobanê bibe, ji Geverê ber bi Rihayê ve kete rê. Lê belê di encama êrişa bombeyî de hate qetilkirin û xeyalên wî jî nîvcoyî man.     GORA WÎ 7 CARAN HATE RÛXANDIN    Cenazeyê Aksu, li Geverê hate definkirin. Goristana ku Aksu lê hatibû definkirin, 7 caran rastî êrişan hat û hat rûxandin. Ji ber êrişa li dijî gora Aksu, di 25’ê nîsana sala 2019’an de bi sedema “heqareta li dijî bîranîna kes” û “ziyandayîna perestgeh û goristanan” serlêdana sûc hat kirin. Lê tevî ku bi ser re ewqas dem jî derbas bû, derheqê polîs û leşkerên goristan rûxandin de tu geşedan çênebûn.    TEKANE DAXWAZA DAYIKÊ    Rûxandina gora Aksu, bandoreke giran li ser dayika wî Kurdret Aksu kir. Dayik Aksu, ev 7 sal in hema hema her roj diçe serdana gora kurê xwe û tekane daxwaza wê ew e ku kujer bên dîtin. Dayik Aksu, diyar kir ku ev 7 sal in tekane daxwaza wê ew e ku kujerên kurê wê bên darizandin û wiha got: “Divê kujerên kurê min û berpirsyarên wê bên dîtin û darizandin. Bila kujerê kurê min teslîmî min bikin. Bi sala ye darazê yek gav neavêtiye. Çima vê bi serê me tînin? Naxwazim dilê tu dayikan bişewite. Bila kujer bên darizandin da ku hinek jî be dilê me rehet bibe. Lê li holê edalet nîne. Heke bi rastî jî tiştekî bi navê edaletê hebe, bila kujerên 33 ciwanan bibînin û bidarizînin. Edaleta vî welatî dema 33 zarokên me hatin qetilkirin û dozên wan hatin girtin, hatin binaxkirin.”    HER ROJ DIÇE SER GORA KURÊ XWE    Bi domdarî Aksu da zanîn ku her roj diçe serdana gora kurê xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Heke ez rojekê neçim, dilê min qet rehet nîne. Her roj li wir li kurê xwe digerim. Bi tirsa ku dê gora kurê min birûxînin, nikarim razêm. Çawa ku bangê sibehê tê dayîn, ez diçim goristanê û heta nîvro li vê derê dimînim. Ji bo ku gora kurê min nerûxînin ez nobetê digirim. Piştî rûxandina dawî, ez neçar mam ku dora gora kurê xwe bi keviran bigirim û dîwar çêbikim. Bi şev xew nakeve çavên min. Her tim pirsa gelo êrişî gora kurê min kirine yan na li ber hizra min e. Wan zarokan xwestin, keyfa zarokên Kobanê bînin. Bo wan pênûs, lênûs û pirtûk kom kirin û bi keyfxweşiyeke mezin ketin rê. Li bendê bûm ku kurê min bi heman rûkeniyê vegere lê cenazeyê wî şandin.”    MA / Mazlum Engîndenîz