Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da 2022-07-20 10:35:20   STENBOL - Hinceta biryara beraetê ya ji bo parvekirina “Şeytanê mezin” ku bo Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatibû gotin, hat ragihandin. Dadgehê diyar kir ku gotina “Şeytanê mezin” heqaret nîne û weke “rexneya giran” nirxand û biryara beraetê da.    Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Nûrî Başkapan bi îdiaya ku di parvekirineke xwe ya medyaya civakî de ji Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re gotiye “Şeytanê mezin”, dihat darizandin. Dadgehê biryara beraetê dabû û niha jî hinceta biryara xwe aşkera kir. Başkapan di 15’ê adara 2020’an de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî gotibû; “‘Şeytanê mezin’ ku herî dawî di nimêja înê de hatibû dîtin, niha li holê xuya nake. Gelo haya kesekî jê heye? Agahî hene ku testa vîrûsê kiriye. Îşala encama testa wî pozîtîf derketibe.” Her wiha di parvekirina xwe ya di 30’ê nîsana 2020’an de jî Başkapan wiha gotibû: “Kêm ma ye ku ‘Şeytanê mezin’ di sindoqê de were binaxkirin. Sebir bikin, hindik ma ye.” Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê jî ji ber van parvekirinan lêpirsîn dabû destpêkirin.    Piştî ku lêpirsîn bi dawî bûyî jî di 26’ê çileya 2021’an de derheqê Başkapan de bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” îdianame hate amadekirin. Serdozgeriyê ev îdianameya xwe pêşkeşî 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Bedlisê kir û dadgehê jî biryara bêrayetiyê da. Başkapan li Stenbolê bi cih bûbû lewma îdianame ji 14’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Kuçukçekmeceyê re hate şandin û hate qebûlkirin.    JI ÎDIAYÊN DIHAT DARIZANDIN BERAET KIR    Di danişîna biryarê ya di 3’yê hezîrana 2022’yan de Başkapan got ku parvekirinên behsê xeberê yên wî ne û sûcek tê de nîne. Her wiha Başkapan da zanîn ku ji ber heman parvekirinan derheqê wî de sê caran biryara neşopandinê hatiye dayîn û li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Kuçukçekmeceyê jî beraet kiriye. Parêzerê Başkapan, Ferdî Yamar jî got ku di parvekirina miwekîlê wî de sûcek nîne û beraeta wî xwest.    JI EWIL CEZA DAN PIŞTRE JÎ BERAET KIR    Dozgeriya ku ji ewil dixwest Başkapan were cezakirin, di mutalaaya xwe de diyar kir ku gotina heyî sûc nîne û di çarçoveya “nifirê” de ye. Dadgehê jî biryara xwe ragihand û biryara beraetê da. Dadgehê di hinceta biryara xwe de ku di 7’ê tîrmehê de parve kir destnîşan kir ku bi van parvekirinan heqaret li Erdogan nehatiye kirin. Dadgehê, peyva “şeytanê mezin” jî weke “rexneya giran” nirxand û biryara beraetê da.    MA / Mehmet Aslan