DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir 2022-07-20 10:38:51   ŞIRNEX - DEDAŞ’ê li Birca Belek ku weke qada sîtê ya sereke hatiye destnîşankirin, 2 avahiyên trafoyê çêkir.    Belavkariya Ceyranê ya Dedaş AŞ’yê di qada Birca Belek a xwedî dîrokekî 6 hezar salan e ku weke qada sîtê ya sereke hatiye diyarkirin, 2 avahiyên trafoyê ava kir. Desteya Herêmê ya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê, Keleha Birca Belek û hundirê wê weke qada sîtê ya sereke diyar kiribû. Di 17’ê tîrmeha 2021’an de li keleh û hundirê kelehê xebatên restorasyonê dabûn destpêkirin.    Xebatên restorasyonê ji aliye Zeydanli Tûrizm Înşeat û Tîcaret A.Ş.’yê ve tên meşandin û wesayîtên kar ên giran hatin bikaranîn. Ji ber van wesayîtan giran ên kar sûrên kelehê bi talûkeya herifandinê re rû bi rû man. (http://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/157278?page=1&key=fd84f4a3884ed118176815ba777e6883)   Piştre sûrên kelehê bi kevirê bazaltê hatin pêçandin. (http://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/176883?page=1&key=bcf6b6827cdbf6edde0dfdbe8545efc3)   BIRCA BELEK TÊ TALANKIRIN    Herî dawî DEDAŞ’ê li hundirê kelehê 2 avahiyên trafoyê ava kir. Welatiyên ku bi vê rewşê hesiyayîn bertek nîşanî çêkirina trafoyan dan û xwestin ku ev trafo bên rakirin.     MA / Omer Akin