Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin 2022-07-20 12:21:14   ENQERE- Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Sedema lêpirsînê jî parvekirinên Deger ên li ser hesaba wê ya medyaya civakî hatin nîşandan.    Deger, li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê îfade da. Di lêpirsînê de parvekirinên Deger ên li ser hesaba Twîtterê yên derheqê Kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di 27’ê sibatê de li Eywana Çandê ya Nazim Hîkmet hate lidarxistin û wêneyên pîrozbahiya Newroza 2022’yan a Erdîş a Wanê weke hincet hatin nîşandan. Deger, ji ber parvekirina xwe ya kongreyê bi îdiaya “pesnê rêxistinê da ye û piştgirî da ye” û ji bo parvekirina Newrozê jî bi îdiaya “alaya rêxistinê” hate tawanbarkirin. Her wiha parvekirina wêneyê Arîn Mîrkan jî weke sûc hat nîşandan.    Deger, li TEM’ê tevî parêzerê xwe îfade da û li ser hesaba xwe ya medyaya civakî got ku parvekirinên wê sûc nînin û dikevin ber azadiya fikr û raman.