Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn 2022-07-20 12:21:48   RIHA - Gerînendeya Giştî ya ŞUSKÎ ya Rihayê bi hêceta xebatên li ser pirê tên meşandin, dê li 4 herêman bi giştî 28 taxan 2 rojan ava vexwarinê nede.   Xebatên Gerînendeya Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonê yê Rihayê (ŞUŞKÎ) li navçeya Xelîliyê ji ber çêkirina Xaçerêya Bipir a li ser Xaçerêya Abîdeyê ku rêyên Bulwara Ataturk bi rêyên Dîlok, Mêrdîn û Amedê ve girê dide, berdewam dike. ŞUSKÎ'yê da zanîn ku ji ber çêkirina rêyan dê li 4 herêman bi giştî li 28 taxan ava vexwarinê ji bo du rojan neyê dayîn.   Daxuyaniya ŞUSKÎ’yê ya der barê birîna avê de wiha ye: "Ji ber ku xebatên înşeata Xaçerêya Abîdeyê didomin, dê di 20’ê tîrmehê roja çarşemê ji saet 17.00’an heya 22’yê tîrmehê roja înê saet 17.00’an li Bahçelîevler, Cengîz Topel, Şaîr Şevket, Mîmar Sînan, Sultan Fatîh, Îpekyok, Devteyştî, Ahmed Yesevî, Yavûz Selîm, Baglarbaşi, Suleymaniye, Akabe, Dîreklî, Akşemseddîn, Hizmali, Karakoyûnlû, Atatirk, Haleplî, Yakûbîye, Dede Osman, Bûhara, Top Dagi, Eyyubiye, Sig Maksût û Sîteya Sanayiyê ya Evren, Herêma Senayîya Organîzeyê, Sîteyên Galerîciler ên Batikent û Kadikent, hinek aliye taxên Mance û Yenîşehîrê ji bo du rojan av bê birîn."