‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn 2022-07-20 15:27:07   RIHA - 33 ciwanên li Pirsûsê di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de hatin qetilkirin, di saeta hatine qetilkirin de hatin bibîranîn. Di bîranînê de endama MYK’a SGDF’ê Tanya Kara wiha got: “Şoreşa me ya Rojava dê mîna ro yê hebûna xwe bidomîne.”    Di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê bi bombeyên zindî êrişî Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê kir û di encamê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Ciwanên hatine qetilkirin li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm bi pêşengtiya Platforma Edalet ji bo Pirsûsê hate lidarxistin û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Rihayê, Hewldana 78’an a Rihayê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê û gelek welatî jî beşdarî merasîmê bûn.    ’33 RÊWIYAN XWESTIN BO ROJAVA BIBIN PIŞTEVAN’    Girseya ku li Rêxistina HDP’a Pirsûsê hatiye ba hev, bi pankarta kurdî û tirkî ya “Di sala 7’an de edalet ji bo Pirsûsê û ji bo her kesî” ber bi Navenda Çandê ya Amarayê ve meşiyan. Di dema meşê de ji bo protestokirinê jî beşdaran çepik lê xistin. Girseyê gul danîn cihê komkujiyê û dirûşma “Şehîdên Pirsûsê nemirin” berz kirin. Her wiha beşdaran wêneyên 33 ciwanên hatine qetilkirin bilind kirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî endama MYK’a SGDF’ê  Tanya Kara axivî. Kara, da zanîn ku di roja komkujiyê de li Pirsûsê bû û wiha got: “7 sal berê em li vî baxçeyî qetil kirin. Ev bombe bi mebesta tunekirina biratiya gelan û têkoşîna hevpar hate teqandin. Lê wekî me her carê got; hûn bi ser nekevin. Şoreşa me ya Rojava ku li Rojhilata Navîn mîna ro yê dibiriqe û encama fedaîtiyeke mezin e, dê heta dawiyê mîna ro yê bijî. 33 rêwiyên me xwestin ji bo vê şoreşê bibin piştevan. Di sala 10’an de jî şoreşa me hêj li ser pêyan e û ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe hêvî.”     ‘DÊ BAJAREK AVA BIKIRANA’   Piştre jî endamê MYK’a ESP’ê Soner Çîçek axivî û got ku bi vê komkujiyê hat xwestin ku xeyalên 33 ciwanan nîvco bihêlin. Çîçek, destnîşan kir ku ew 33 ciwanan weke “rêwiyên hêviyê” pênase dikin û wiha pê de çû: “Xeyala wan ew bû ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê li ber wan qedera xwe girtibûn nava lepên xwe bibin pirek. Dixwestin Şoreşa Rojava mezin bikin. Ji bo avakirina bajarekî rûxiyayî li vir hatin ba hev. Lê tehemûla vê nekirin.”    ‘YÊN KU TILIYA WAN TÊ DE HEYE DÊ HESABÊ BIDIN’   Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku dê heta dawiyê vê komkujiyê bi bîr bînin û ev tişt anî ziman: “Her kesê tiliya wan di vê komkujiyê de heye dê hesabê bidin.” Parlamenter Omer Ocalan jî diyar kir ku mirin, komkujî, girtin û sirgûnan hêjayî kesên mil didin milê hev û têkoşîna jiyanê didin dibînin.    NEHIŞTIN BÎRANÎNA LI GORISTANÊ BÊ KIRIN    Piştî axaftin û dirûşman, daxuyanî bi dawî bû. Girseyê xwest biçe goristana li Pirsûsê kesên gorên wan li Pirsûsê bi merasîmekî bi bîr bînin. Lê belê daxwaza serdana goristanê bi hinceta “Ev der perestgeh e û li vir çalakî nabe” hate astengkirin. Girseyê jî bertek nîşanî astengkirinê da û li pêşiya goristanê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşan da: “Bi van astengkirin û zilmê dê tu tiştekî bi dest nexin. Em ê xwedî li van rêhêvalên xwe derkevin ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û jiyaneke hevpar têkoşiyan. Xwedîderketina li bîranîna wan, xwedîderketina li aştî û jiyana hevpar e.”    Piştî daxuyaniyê jî bîranîn bi dawî bû.