Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin 2022-07-20 16:11:27   MÊRSÎN - Gerîlaya YJA Starê Şehmîran Karahan ku di 6’ê tîrmehê de li Şax a Wanê di encama êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dabû, li Mêrsînê hate definkirin.    Gerîlaya YJA Starê Şehmîran Karahan (Jiyan Erûh Mîran) di 6’ê tîrmehê de li Şax a Wanê di encama êrişa bi SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê keça xwe duh ji Saziya Tipa Edlî ya Wanê hilgirt û anî Mêrsînê. Cenazeyê Karahan li Goristana Eshabi Kehf a li Tarsûs a Mêrsînê di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.