Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê 2022-07-20 23:04:20       NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêvebiriya Navendî ya DBP'ê êrişa Tirkiyeyê ya li gundê Perexê yê Zaxoyê şermezar kir û got: "Ev êriş seranser li dijî gelê sivîl pêk hatiye, lewma jî banga me li partî, sazî û dezgehên kurdî ye ku bi yek dilî, yek dengî bi awayekî tund li dijî vê êrîşê bertek nişan bidin û bi awayekî lezgîn li dijî hebûna leşkerî ya dewleta Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê bertek nişan bidin, helwesta xwe diyar bikin."   Desteya Rêvebiriya Navendî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî bombeberana Tirkiyeyê ya li ser gundê Perexê yê bajarê Zaxoyê yê Herêma Kurdistana Federe da.   Desteya Rêvebiriya Navendî ya DBP'ê di daxuyaniya xwe de got: "Hikûmeta AKP-MHP'ê ya îhtîmala têkçûyina wê her ku diçe zêde dibe hewl dide ku li ser dijminatiya kurdan desthiladariya xwe ji nû ve ava bike. Bi vê mebestê bi hemû hêzên xwe êrişî Herêma Kurdistanê, Şingal û Rojavayê dike, hewl dide ku destkeftiyên gelê kurd ji holê rake. Ev demek dirêj e ku êrişên li ser Herêma Kurdistanê bênavber didomin û di encama van êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin. Mixabin hin hêzên Herêma Kurdistanê bi bêdengî û hevkariya xwe bûn şirîkê van êrişan. Dewleta Tirkiyeyê hewl da ku bi vê hevkariyê ser sucên xwe binixumîne û êrişên li dijî Herêma Kurdistanê meşrû nîşan bide.   Desthiladariya AKP-MHP'ê ya ku di hilbijartinên 7 Hezîranê de têkçû bi heman rêbazê, bi polîtîkayên şer, hewl da ku destdiladariya xwe mayinde bike û bi vê mebestê welat ber bi kaosê ve bir. Di encama vê kaosê de li Enqere û Pirsusê bi êrişên DAÎŞ'ê qetlîam pêk hatin. Di 7'emîn salvegera qetlîama Pirsûsê de, îro, li Zaxoyê bi topbarana Dewleta Tirkiyeyê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birindar bûn ku di nav mirî û birîndaran de jin û zarok jî hene.    Ev êriş seranser li dijî gelê sivîl pêk hatiye, lewma jî banga me li partî, sazî û dezgehên kurdî ye ku bi yek dilî, yek dengî bi awayekî tund li dijî vê êrîşê bertek nişan bidin û bi awayekî lezgîn li dijî hebûna leşkerî ya dewleta Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê bertek nişan bidin, helwesta xwe diyar bikin.   Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û nebin şirîkê van komkujiyan.   Em vê qetlîama ku li dijî sivîlan pêk hatiye bi tundî şermezar dikin, ji birîndaran re şîfayê, ji malbata yên ku di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Serê gelên me sax be."