Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir 2022-07-21 09:00:57 ENQERE - Parêzer Hediye Gokçe Baykal anî ziman ku ew ê li dijî biryara Şûraya Dewletê ya têkildarî Peymana Stenbolê têbikoşin û wiha got: "Ev biryar bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekir."   Daîreya Ceza ya 10'an a Şûraya Dewletê, daxwaza ji bo betalkirina Biryara Serokkomariyê ya 20'ê adara 2021'ê a der barê fesixkirina Peymana Stenbolê de red kir. Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê û dilxwaza Komeleya Pêşî Jin û Zarok Parêzer Hediye Gokçe Baykal biryara Şûraya Dewletê nirxand.     Baykal anî ziman ku biryara Şûraya Dewletê ew matmayî nekirine û biryara Şûraya Dewletê ya ji bo serlêdana "Rawestandina Birêvebirinê" bibîr xist. Baykal destnîşan kir ku di biryara redkirina Rawestandina Birêvebirinê da jî ji 3 dengan bi 2 dengan hatiye redkirin û wiha domand: "Ev tiştekî dihat payin. Ji dadgerên ev biryar dan yek jê jî jin bû. Ev yek bi rastî jî cihê xemgîniyek mezin e."    Baykal parastina ku di danişînê de kirine bibîr xist û wiha pê de çû: “Dozek me hebû ku me wekî komeleyê ew vekiribû. Di parastina me de me malbat û xizmên jinên hatine qetilkirin anîn hêwana dadgehê. Me xwestibû em nîşanî heyetê bidin ku jinên hatine qetilkirin û rastî şîdetê tên ne tenê nav in, hemû jî xwedî çîrok in. Çavên kesên li hêwanê tije bû. Ji lew re ev rastiya welatê me ye. Tundiya li ser jinan ranaweste. Me di danişînan de jî gotibû, me ji dadgeran re gotibû, 'Me ev barê wijdanê girtiye ser milê we.' Lê belê em dibînin ku her sê dadger jî çi di warê hestî çi jî wijdanî da tu nerihetî hîs nekirine."   ‘EM LI HEMBERÎ VÊ BIRYARÊ RADIBIN'   Bi domdarî Baykal destnîşan kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê di warê usûlê de li dijî destûra bingehîn e û ev tişt anî ziman: “Êdî her kes dizane ku bi biryarnameya serokkomariyê, bi îmzeya kesekî tenê vekişîna ji peymanên navneteweyî ne pêkan e. Kesên ne hiqûqnas jî vê rastiyê dizanin ku ev biryar bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekir."   Her wiha Baykal da zanîn ku qanûna bi hejmara 6284'an jî piştî betalkirina îmzeya li bin Peymana Stenbolê bi awayekî çalak nehatiye pêkanîn.    ‘PEYMANÊ BERPIRSIYARIYEKE MEZIN LI DEWLETÊ BAR DIKIR'   Baykal ragihand ku bi vî awayî ji ber polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê cesareta kiryaran zêdetir bûye û tahdeya li ser jinan û kuştina jinan jî her diçe zêdetir dibe. Baykal, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê çarçoveyê de hebûna Peymana Stenbolê ya ku hêmaneke zextê bû, xwedî bandoreke pêşîlêgirtina tahdeyê bû. Peymanê berpirsîyarîyên pozîtîf li dewletê bar dikir û pêşî li ber bêcezatiyê digirt. Di vî warî de çendî li gor usûlê dest ji peymanê hatibe berdan jî, lê em li ber vê biryarê radibin."   ‘EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’   Baykal anî ziman ku ew ê îtiraz bikin û got, ew ê dest ji têkoşînê bernedin. Baykal diyar kir ku hêj biryara ku ji aliyê Şûraya Dewletê ve hatiye ragihandin teblîxî wan nehatiye kirin û got, piştî bê teblîxkirin wê îtiraz bikin. Baykal axaftina xwe wiha qedand: "Ji sedî 90'ê kesên ku dizanin naveroka Peymana Stenbolê çi ye, dixwazin peyman hebe û bidome. Ez hêvî dikim ku ew ê di demek nêzîk de ji merciya jortir vegere û Peymana Stenbolê ji nû ve were bidestxistin. Em ê di vê rêçê de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Em komele jî em ê serî li temyîzê bidin. Em tu carî dev ji Peymana Stenbolê bernadin, em ê dev jê bernedin. Hemû kesên li wê hêwanê jî ev yek fêm kirin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe û parastina xwe bernedin."