Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin 2022-07-21 10:41:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxo pêk anî, bi sedan çalakvanên iraqî li pêşiya Sefîrtiya Tirkiyeyê kom bûn û xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin.     Alîgirên Tevgera Sadrê duh bi şev li paytexta Iraqê Bexdayê heya saetên derengiya şevê li dijî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxo pêk anî çalakî kirin. Di encama komkujiyê de 9 geştyarên ereb hatibûn qetilkirin û zêdetirî 23 kes jî hatibûn birîndarkirin. Li gorî agahiya nûçeya Rojnews'ê çalakvan li pêşiya sefîrtiya Tirkiyeyê kom bûn û agir pêxistin. Çalakvanan xwest ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin.   Dîsa bi sedan çalakvanên ku li pêşiya sefîrtiya Tirkiyeyê kom bûn, ala Tirkiyeyê anîne xwarê.