Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê 2022-07-21 12:47:38   NAVENDAN NÛÇEYAN - Cenazeyên kesên ku di êrişa Tirkiyeyê ya li Zaxoyê pêk anî de jiyana xwe ji dest dabûn, şandin Bexdayê.    Li balafirgeha Hewlêrê ji bo 2 jê zarok 9 geştiyarên ereb ku duh di êrişa Tirkiyeyê de li gundê Perexa Zaxoyê hatibûn qetilkirin, merasîm hat lidarxistin. Rayedarên Herêma Kurdistanê û Iraqê tev li merasîmê bûn. Piştî merasîma ku hat lidarxistin cenazeyan bi balafirê şandin Bexdayê.