Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin 2022-07-21 13:25:44   AMED - Malbatên girtiyan bang li siyasetmedaran kirin ku xwedî li qanûnan derkevin û gotin ew ê mafê xwe biparêzin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Amedê di roja 284’emîn de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Rêveberên DBP, HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MED-DER piştgirî dan çalakiyê.     Keça girtiyê nexweş Herdem Merwanî di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku çalakiya wan di meha nehemîn de ye û di serî de Wezareta Dadê tu rayedaran daxwazên wan guhdar nekiriye û guhê xwe ji daxwazan re girtine.    Merwan anî ziman ku ew her roj daxwazên xwe bînin ziman û got: “Mîna ku li girtîgehan binpêkirina mafan nebin, bêdeng dimînin. Em mafê mirovan diparêzin. Ji ber vê yekê jî divê her kesê xwedî wîjdan deng bide denge me. Tevî ku cezayê girtiyan diqede jî nayên berdan. Em wek kurdan xwediyê vê axê ne û em ê mafên xwe biparêzin. Bila siyasetmedarên li Tirkiyeyê jî xwedî li qanûnan derkevin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.