'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn' 2022-07-21 15:52:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku Tirkiyeyê li Zap û Avaşînê bi kar anîna çekên kîmyewî û fosforê didomîne.    Êrîşa Tirkiyeyê ya di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin didome. Di çarçoveya êrişan de gelek caran bi dîmenan jî hat îspatkirin ku artêşa tirk di êrîşan de çekên kîmyewî û yên qedekirî bi kar tîne. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Tirkiye hêj niha jî di êrişên xwe yên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Hat ragihandin ku Tirkiyeyê di 19 û 20'ê tîrmehê de 7 caran çekên kîmyewî û li hinek deveran jî bombeyên fosforê bi kar anîne.