Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got? 2022-07-21 16:38:31 NAVENDA NÛÇEYAN  - Gelek welatên cîhanê komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê ermezar kirin. Tirkiyeyê êriş înkar kir û di daxuyaniyên heyî de hat gotin ku Tirkiyeyê bi vê êrişê serweriya Iraqê binpê kiriye.    Tirkiyeyê duh di saetên nîvro de devera geştê ya gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir. Êriş saet di 13.00’an de hate kirin û 2 jê zarok bi giştî 9 geştiyarên ereb hatin qetilkirin û herî kêm 23 welatî jî birîndar bûn. Hinek ajansan hejmara birîndaran weke 30 nîşan dan û diyar kirin ku rewşa 5 birîndaran jî giran e.    Piştî êrişê cara ewil Qeymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr daxuyanî da. Beşîr, di daxuyaniya xwe de got ku gundê Perexê di nava meha dawî de 3 caran hatiye bombebarankirin. Midûrê Nahiyeya Derkarê Dilşer Abdulsettar jî diyar kir ku topbaran ji hêla TSK’ê ve hatiye kirin û ew herêm “herêma ewlehiyê” ye.    HUSEYÎN: DIVÊ TIRKIYE LÊBORÎNÊ BIXWAZE    Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn li Zaxoyê lêkolîn kirin û wiha got: “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên li Iraqê bide sekinandin, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û tazmînatê bide malbatên qurbaniyan û birîndaran. Ji bo ku Tirkiye operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bide sekinandin, em ê serî li hemû rêyên dîplomatîk bidin. Parastina rewa, parçeyeke peywira hiqûqî û ya hiqûqa navneteweyî ye. Hikûmet û artêşa tirk dibêje ku dê xwe biparêzin. Lê belê ya ku jê re dibêjin parastina rewa ne ew e ku gundên ku sivîl tê de ne bombebaran bikin û bikujin.”    SALIH ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR   Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî êrişa Tirkiyeyê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Êrişa Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê û êrişeke li dijî ewlehiya neteweyî ye.”    KAZIMÎ: MAFÊ BERSIVDAYÎNÊ HEYE      Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Kazimî, destnîşan kir ku Tirkiyeyê careke din serweriya Iraqê binpê kiriye û wiha domand: “Êrişa hatiye kirin ‘wehşet e.’ Ev yek nîşan dide ku Tirkiye guh nade daxwazên Iraqê yên domdar. Iraq, qebûl nake ku xaka wê li dijî welatekê din were bikaranîn. Em qebûl nakin ku bi vê sedemê jiyana hemwelatiyên me têxin talûkeyê. Mafê Iraqê heye ku ji bo parastina hemwelatiyên xwe bersiva vê êrişê bide.”    WEZARETA KARÊN DERVE YA IRAQÊ: BINPÊKIRINA SERWERIYÊ YE    Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî di daxuyaniya xwe de êriş bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê. Li gel binpêkirina serweriyê, her wiha aramî û îstîqrara gelê me hedef hatiye girtin.”    SADR’Ê BERTEKEK TUND NÎŞAN DA      Pêşengê Muqteda Sadr ê Şiî jî bang li hikûmeta Iraqê kir û xwest ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re kêm bikin, hatin û çûna hewayî ya di navbera her du welatan de bidin sekinandin û hatin û çûna bejahî ya di navbera her du welatan de jî bi tevahî bigirin.    BARZANÎ BI SAETAN PIŞTRE DAXUYANÎ DA      SErokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi saetan piştî êrişê daxuyanî da û ev tişt anî ziman: “Em bombebaranên bênavber ên li ser sînor û pevçûnên di navbera artêşa tirk û PKK’ê de red dikin û dibêjin ku ev nayên qebûlkirin. Ev pevçûn îstîqrara li ser sînorên Kurdistanê û Iraqê û ewlehiya wan binpê dikin. Divê artêşa tirk û PKK şerê heyî bidin sekinandin û êdî li ser herêmên sînor nebin sedema mirin û hilweşînê.”    DAXUYANIYA RÊVEBERIYA BAŞÛR A ‘PKK’Ê’    Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê jî derheqê komkujiyê de daxuyaniyek da û wiha got: “Pevçûnên di navbera artêşa tirk û PKK’iyan ên li Herêma Federal a Kurdistanê, li ser jiyana gelê me her tim xetereyan çê dikin. Em careke din bang dikin ku vê hevrikiya xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.”    MESÛD BARZANÎ: DEMA HEVKARIYÊ YE      Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî jî derheqê komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha bertek nîşan da: “Kîjan alî dibe bila bibe, kuştin û birîndarkirina sivîlan sûc e û nayê qebûlkirin. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî êdî rû nedin, hewceye sînor bên parastin û hemwelatiyên me nebin qurbaniyên pevçûnên li herêmê. Ji bo çareseriyeke micid û mayînde ya li dijî van karesat û sûcan, dem dema wê ye ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hevkarî bê kirin.”    Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Tu sedemeke rewa ya êrişên li dijî sivîlan nîne. Divê bûyerên bi vî rengî ku gelek caran rû didin êdî neqewimin. Ji bo lêpirsîneke berfireh, hevkariya me ya bi Bexdayê re didome. Herêma me ji ber pevçûnên di navbera Tirkiye û PKK’ê de gelek caran dikişînin nava pevçûn û tundiyê.”    HPG: HÊZÊN ME LI WÊ HERÊMÊ NÎNIN    HPG ku di gelek weşan û daxuyaniyan de weke hedef hate nîşandan, derheqê mijarê de daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku tu hêzên wan li wê herêma navborî nînin û wiha got: “Dewleta tirk dixwaze serweriya xwe ya li herêmê xurt bike. Ji bo vê jî bi awayekî aşkera sivîlan qetil dike, bi tirs û hovîtiyê dixwaze mirovan ji herêmê bide revandin, wan bitirsîne û paşdegav pê bide avêtin.”    ÇAVUŞOGLÛ: ME ÊRIŞ NEKIRIYE      Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî derheqê komkujiyê de daxuyanî da û êriş red kir. Wezaretê got ku ew amade ne ku ji bo lêpirsîna bûyerê bi rayedarên Iraqê re hevkariyê bikin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû jî îdia kir ku TSK’ê li dijî sivîlan tu êriş nekirine.    YNK: HEWCEHÎ BI HELWESTEKÎ NETEWEYÎ HEYE      Hevserokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku li dijî êrişan hewcehî bi “helwesteke neteweyî” heye û ev tişt anî ziman: “Sînorên başûrê Kurdistanê û Iraqê li ser hev tê binpêkirin. Ez êriş û topbarana aratêşa tirk a li dijî sivîlên bêguneh bi tundî şermezar dikim. Ji bo pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk, hewcehî bi helwestekî neteweyî heye. Banga min ji bo hemû aliyan ew e ku li dijî êrişan xwedî helwestekî neteweyî bin.”    INGILISTAN: EM BIFIKAR IN    Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê jî derheqê komkujiyê wiha got: “Qraltiyên Yekbûyî, ji ber nûçeyên derheqê kuştin û birîndarkirina sivîlan a li Zaxo ya Dihokê bifikar e.”   YEKITIYA EREBAN Û MISRÊ JÎ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR    Têkildarî mijarê Yekitiya Ereban jî daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Ahmet Ebû Gayt ê bi navê Cemal Ruşdî ev daxuyanî da: “Yekitiya Ereban êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Iraqê red dike û şermezar dike ku welatek serweriya welatekî ereb binpê bike. Divê Enqere têkiliyên baş ên cîrantiyê û yên bi li herêmê dîsa ber çavan re derbas bike û bi tu sedeman li ser xaka welatên ereb operasyonên leşkerî neke. "   Wezareta Karên Derve ya Misrê jî di daxuyaniyê de anî ziman ku divê sivîl bên parastin û Tirkiye rêzê bo biryar û rêgezên navneteweyî bigire.    ÎRAN: EWLEHIYA IRAQÊ EWLEHIYA ME YE      Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenaanî jî da zanîn ku ew bi malbatên qurbaniyan re ne û wiha got: “Em bi aramî û ewlehiya Iraqê re ne. Em, ewlehiya Iraqê weke ewlehiya Îranê dibînin.”    DYA: NAYÊ QEBÛLKIRIN    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price jî êrişa li dijî Zaxoyê şermezar kir û wiha bertek nîşan da: “Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin. Divê hemû dewlet di mijara parastina sivîlan de li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”    RÊVEBERIYA XWESER BERTEK NÎŞAN DA      Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êriş şermezar kir û bang li hikûmetên Hewlêr û Bexdayê kir ku li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê xwedî helwestekî tund bin.