Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin 2022-07-22 09:02:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê PDK'ê Çiya Şerîf diyar kir ku hatiye îspatkirin ku êrişa li ser gundê Perexê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin û got: "Divê êdî pêşî li êriş û dagirkeriyên Tirkiyeyê bê girtin."   Tirkiyeyê di 20'ê Tîrmehê de li gundê Perex ê bi ser navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê ve qada seyrangehê topbaran kiribû û di encama vê topbaranê de yek jê pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dabûn û 29 kes jî birîndar bûbûn. Bertekên li dijî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlan dewam dikin. Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê Çiya Şerîf diyar kir ku êrişa li ser gundê Perexê ji aliyê qereqola Kirya Reş a Tirkiyeyê ve hatiye kirin.   KÎLOMETREYEK Û NÎV DÛRÎ SÎNORÊ TIRKIYEYÊ YE   Şerîf anî ziman ku cihê bomberankirî cihekî geştê ye û bi qasî kîlometreyek û nîvê dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û cihê geştê yê hatiye bombekirin di navbera sînorên Tirkiye û Herêma Kurdistana Federe de ye. Şerîf diyar kir ku li nêzî vê herêmê çiyayekî bi navê Çiyayê Reş heye û li vir qereqoleke Tirkiyeyê heye û got: “Beriya niha gelek gundên herêmê hatibûn bombebarankirin û ji ber vê yekê ji bêgavî hatibûn valakirin. Li gundê Perexê mirov dimînin. Tirkiye ev demeke dirêj e hemû herêmê bombebaran dike. Ji bo tirsê li ser mirovan belav bike her dem vê bombebaranê dike. Berê serê çiyayan bombe dikir û ew der dişewitandin. Di van demên dawî de hêdî hêdî van bombebaranên xwe ber bi jîngehan ve dibe. Lê mixabin duh geştiyarên ji başûrê Iraqê hatibûn bombebaran kir û di bombeberanê de 9 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn. Kê ev çawa kiribe hovîtî ye. Divê ev mijar bi berfirehî bê lêkolînkirin, binpêkirinên li Kurdistanê û êrişên li ser vê xakê demildest divê bên rawestandin."   JI QEREQOLA KIRYA REŞ ÊRIŞ KIRINE   Şerîf îşaret bi wê yekê kir ku ew şêniyê gundê Qesrok ê Zaxoyê ku 2 deqeyan dûrî gundê Perexê ye û wiha got: “Dema ku top hatine avêtin, kesên li wir baş dîtine ku bombe ji ku hatine. Cihê bombebarankirî jixwe kîlometre û nîv dûrî baregeha Tirkiyeyê ye. Her wiha şandeya hikûmeta Bexdayê ku tîmên pispor jî di nav de bûn, îspat kirin ku ew bombebaran ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Heta navê cihê qereqola bombe jê hatine avaêtin jî gotin. Ew diyar dikin ku teqîn ji qereqola Kirya Reş hatiye kirin. Ev, li qada li hemberî Herêma Kurdistana Federe ya ya li hêla Şirnexê dimîne. Leşkerên Iraqî, pispor û şahidên bûyerê jî diyar kirin ku bombebaran ji baregeha Tirkiyeyê hatiye kirin. Beriya ku gundê Perexê were bombebarankirin bi du sê saetan, gundên derdorê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin bombekirin. Yanî ne bûyereke ku wê saetê dest pê kiribe. Ew herêm ji danê sibê ve hatine bombebarankirin. Hemû gund bûne şahidê vê yekê."    ‘DIVÊ PÊŞÎ LI BER DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BÊ GIRTIN'   Şerîf bal kişand ser wê yekê ku wekî endamekî Parlamentoya Kurdistanê di şandeyên berê de cih girtiye û li cihên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bombebarankirin lêkolîn kirine û got: “Me daxwaza rawestandina êrişan ji hikûmeta Bexdayê kir. Lê hikûmeta navendî guh neda van êrişên Tirkiyeyê û di wextê de helwest nîşan neda. Piştî êrişa pêr ev cara yekem e ku hikûmeta navendî bertekên wisa tund nîşan dide."    Şerîf anî ziman ku hikûmeta Bexda û ya Hewlêrê ev êriş şermezar kirine ku ev êriş dubare nebin û wiha domand: “Ji hikûmeta Bexdayê hatiye xwestin ku gavên pêwîst biavêje. Em hemfikir in ku divê pêşî li bûyerên bi vî rengî bê girtin û rê li ber Tirkiyeyê bê girtin. Dîsa di qada navneteweyî de hat xwestin ku van êrişên Tirkiyeyê bên rawestandin. Her wiha ji van dewletan hat xwestin ku ji bo pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin divê gavên pêwîst biavêjin."   Şerîf destnîşan kir ku ew dixwazin şerê li Herêma Kurdistana Federe tê meşandin ji herêma wan werin derxistin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştî û çareseriyê bê destpêkirin. Divê danûstandin di navbera PKK û Tirkiyê de dest pê bikin. Em jî wekî Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe piştgiriya vê yekê dikin. Em li dijî şer in."   ‘EM HÊZÊN DAGIRKER NAXWAZIN'   Şerîf bi bîr xist ku hikûmeta Iraqê li gorî peymana ku di sala 1988’an de bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, Tirkiye ketiye nava axa Iraqê û wiha got: “Lê belê em naxwazin Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzeke din ve were dagirkirin. Axa Kurdistanê axa gelê Kurdistanê ye. Lewma em naxwazin Tirkiye şerê xwe li herêma me bike. Di dawiyê de jî ez vê komkujiyê şermezar dikim û divê neyê dubarekirin. Ev êriş terorîzm e."    MA / Omer Akin