Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan 2022-07-22 10:21:00 RIHA - Îsa Bînîcî, Osman Ay û Adil Demîr ên li Girtîgeha Rihayê girtî ne tevî ku cezayê wan qediyaye jî lê bi hêceta “cezayê dîsiplînê” berdana wan hat astengkirin.    Îsa Bînîcî, Osman Ay û Adil Demîr ên li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê ya Jimara 2’yan girtî ne bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) a di 28’ê hezîrana 2021’ê de hat girtin, berdana wan hat taloqkirin. Divê her sê girtî jî bihatana berdan lê bi biryara piraniya dengan ku ÎGK’ê girtiye bi hêceta “ne halê baş e” nayên berdan. Hêceta biryarê jî wek cezayê dîsiplînê ku ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hatiye dayîn hat nîşandan.    Bûyera ku qala cezayê dîsiplînê tê kirin di 7’ê cotmeha 201’an de qewimî ye. Girtiyan guhertina qawîşê qebûl nekirine û girtyan xwestiye hêceta biryarê bi awayek yasayî hîn bibin. Lê gardiyanan û sê midûrên girtîgehê tundiyê li girtiyan kirine. Tevî ku ev tundî ji aliyê kameraya girtîgehê ve hatiye qeydkirin û tundî û îşkence li wan hatiye kirin jî derbarê wan de lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin û cezayê qedexeya hevdîtina malbatê û gelek cezayên cuda li wan hatiye birîn. Dadgeriya Înfazê jî lêpirsîn qebûl kiriye û parêzeran îtîrazî biryarê kirine. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê biryar hat rakirin. Di pêvajoya ku ew biryara dadgehê girênedaye biryarê, ÎGK’ê vê yekê kiriye hêceta taloqkirina berdana girtiyan.    ‘KESAN JI AZADIYA WAN BÊPAR DIHÊLIN’    Parêzera Îsa Bînîcî, Ayşe Şehrîban Demîrel a Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Rihayê diyar kir ku ew neberdana girtiyan a ji ber cezayên dîsiplînê û hêcetên pûç wek bêhiqûqî û bêedaletiyê dinirxînin û li ser sedema hêcetê rawestiya. Demîrel anî ziman ku li gel cezayê dîsiplînê yê girtiyan nehatiye teqezkirin jî daxwaza berdana girtiyan hatiye redkirin û lêpirsîna ku hatiye destpêkirin kirine bahane. Demîrel da zanîn ku ev muameleyên kêfî ku tên kirin pir eşkere li dijî peyman û rêgezên mafê mirovan e û rayedar bi van biryarên kêfî kesan ji mafê azadiya wan û ewlehiya wan bêpar dihêlin.