Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin 2022-07-22 12:30:32   RIHA - Ji 4 welatiyên Qamişloyê ku 4 roj berê dixwestin ji Serêkaniyê derbasî bakurê Kurdistanê bibin û ji hêla OSO’yê ve hatibûn girtin, tu agahî nayê girtin.    4 welatiyên Qamişloyê çar roj berê derbasî Hesekê bûn û ji wir jî hatin Serêkaniyê. Hat zanîn ku van kesan xwest derbasî bakurê Kurdistanê bibin û hatin ber deriyê sînor. Ev kes ji hêla hêzên paramîlîter ên OSO’yê ve hatin girtin. Ji wê rojê ve jî tu agahî ji van kesan nayê girtin. Li gorî agahiyan navê yek ji van kesan Sabah Xiznî Omer e. Xizmên Omer dan zanîn ku yek ji kesên dixwestin derbas bibe jî jineke ji Tilhemetê ye û yên din nas nakin.    Hat zanîn ku ji van çar kesan yek jê bi mebesta ku li Tirkiyeyê bizewice hatibû.