Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin 2022-07-22 14:34:09 NAVENDA NÛÇEYAN  - 5 ciwanên ji Şêladizê yên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin û diviyabû di Cejna Qurbanê de bihatina berdan lê nehatin berdan, dest bi rojiya mirinê kirin.  Ciwanên bi navên Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tariq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêrçîvan Hacî yên ji Şeladizê ev du salin ji hêla Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatine girtin û nayên berdan.    Li gorî biryara dadgehê diviyabû ciwanên navborî di Cejna Qurbanê de bihatina berdan lê hêj nehatine berdan. Parêzerê ciwanên girtî Ceşdar Hesen da zanîn ku hewce bû her 5 ciwan jî beriya cejnê bihatina berdan lê nehatine berdan û ev agahî dan: “Ji ber destwerdanên partiyan nayên berdan. Ciwanan li dijî vê yekê dest bi rojiya mirinê kirin û tu xwarinê naxwin. Çendek roj berê Tîma Parêzeran, Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Komîsyona Mafên Mirovan daxwaz kiribûn ku sedema binçavkirina van girtiyan bê ronîkirin. Lê bersiva pêwîst nehat dayîn.”