Milê Makbule Ozer tehl bû! 2022-07-22 16:06:29 WAN - ÎHD’a Wanê derbarê Makbûle û Hadî Ozer ên hevjînên hev ku exiyar in û girtî ne de raporek amade kir û di raporê de hat gotin Makbule Ozer ji ber ketiye milê wê xesar dîtiye.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê têkildarî rewşa Makbule Ozer (80) û hevjînê wê Hadî Ozer (79) ên ku di 9’ê gulanê de hatibûn girtin raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Her du hevjîn ji ber cezayê wan hatibû erêkirin û 2 sal û mehek cezayê wan hatibû birîn, hatin girtin. ÎHD’ê raporê li avahiya xwe eşkere kir.    Parêzer Jiyana Ozkaplan a endama ÎHD’ê diyar kir ku keça Makbule Ozer, Naîme Ozer serî li komeleya wan daye û biryar girtine ku vê raporê amade bikin. Ozkaplan anî ziman ku rapor ji nêrîna girtiyan û nêrîna lêkûrbûna rapora Pisporê Tiba Edlî ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer pêk tê.    ‘DIBE KU HER KÊLÎ EZ BIMIRIM’    Di raporê de hat diyarkirin k udi pêvajoya amadekirina raporê de li girtîgehê bi Hadî Ozer re hevdîtin pêk hatiye û di raporê de hat gotin Ozer di sala 1986’an de qezaya trafîkê derbas kiriye, piştî qezayê di çavên wî de êşê dest pê kiriye. Di raporê de hat diyarkirin piştî ku Ozer hatiye girtin mile wî yê rastê ditevize û di raporê de cih dan van gotinên Makbûle Ozer: “Ez nikarim herim û werim. Ez niha perîşan im. Garantiya ku ez ê li vir nemirim tune ye. Ez dixwazim gavek beriya gavekê biçim malê. Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim. Ez di nava çar dîwaran de me. Nexweşînin min şekir, bêhntengî û tansiyona min hene.”    'BI SANDELYEYE WÊ DIBIN HEVDÎTINÊ Û TÎNIN    Di raporê de hat bibîrxistin ku Makbûle Ozer ji sedî 52 astengdar e û Ozer nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bîne cih û bi sandelyeyê gekerîk wê tînin hevdîtina hevdîtina parêzeran. Di raporê de wiha hat gotin: “Me bi keça Makbûle û Hadî Ozer, N.O. re hevdîtin kir û anî ziman ku dayika wê Makbûle berê piştî ji hevdîtina parêzer derketiye li ser milê xwe yê şikestî ku du sal in tedawiya wê dewam dikir ketiye û mile wê carek din hatiye şikandin. Got dayika wê rakirine nexweşxaneyê lê ji ber helandina hestî pê re heye mile wê nexistine alçiyê û bi alîkariya girtiyan dikare tedawî bibe. N.O. got ew di 20’ê tîrmehê de çûye hevdîtina dayika xwe. Dayika wê vê carê jî dema çûye destnimêjê bigire li ser milê xwe din ketiye û mile reş û şîn bûye û 10 roj wê nebirine nexweşxaneyê.”   NIKARE DI HEFSÊ DE BIMÎNE    Di dawiya raporê de hat destnîşankirin ku her du hevjîn ji ber hem extiyar in hem jî nexweş in nikarin di hefsê de bimînin û divê ji ber rewşa wan astengdar, extiyarî werin berdan.