Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman 2022-07-22 16:49:26 AMED - Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin, di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin.  Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî (25) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin, di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin. Cenazeyê Ekîcî şevê din rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û di saetên serê sibehê de jî Saziya Tipa Edlî (ATK) cenaze radestî malbatê kir. Ekîcî ev 5 sal bûn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat ragirtin û ev salek bû di hucreya yekkesî de bû.    Rayedarên girtîgehê ji malbatê re gotin ku Ekîcî “Întîhar kiriye.” Malbata Ekîcî da zanîn ku sê roj berê li ser telefonê bi Ekîcî re axivîne û tiştekî ne ji rêzê tune bû. Endamên malbatê diyar kirin ku Ekîcî ji wan re gotiye rewşa wî baş e û ji bo mirina Ekîcî gumanên wan hene.    Cenazeyê Ekîcî li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê hate veşartin û şîna Ekîcî li mala sersaxiyê ya Pasûr Hewêdan a li Rezanê hat danîn.