Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin 2022-07-23 09:04:20   ÊLIH - Li Heskîfê tekane xaniyê ku nehatibû xerakirin, berî doza li dadgehê bi dawî bibe ji aliyê şaredariya AKP'î ve hat xerakirin.    Bendava Ilisûyê ku ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve haibû çêkirin û paşê navê wê Veysel Eroglû lê hatibû kirin, tevî Heskîfa 12 hezar salî 199 jîngeh jî daqurtandibûn. Li gorî daneyên fermî navçeyek, 108 gund û 42 gundik di bin ava bendavê de mane. Lê li gorî rapora Îlona 2019'an a Koordînasyona Heskîfê jî 199 gund di bin avê de mane.     Ji gundên di bin avê de mabûn yek jê jî gundê Serpirê ye ku Heskîfa Nû lê hatiye avakirin. Li gundê navborî hemû mal hatibûn hilweşandin, lê tenê mala Lokman Yilmaz xera nebûbû. Lokman Yilmaz, ji bo xaniyê wî neyê xerakirin serî li Dadgeha Îdarî ya Êlihê dabû, lê berî ku doz bi dawî bibe şaredariya AKP'î bi hinceta "dîmena Heskîfê xera dike" xanî xera kir. Lokman Yilmaz bertek nîşanî xerakirina xanî da û got: "Xaniyekî bi qasî 500 metreyî dûrî navçeya nû dê çawa dîmena navçeyê xera bike?"   Yilmaz bal kişand ser qirkirina dîrokî ya li Heskîfê û wiha got: “Bajarekî xwedî dîrokeke 12 hezar salî hat serobinokirin. Mala me jî bi hinceta ku ‘îmaja Heskîfa Nû xera dike’ hat hilweşandin. Gava ev kirin tu hinceteke hiqûqî nîşan nedan. Me ji wan re got, li bendê bin ku pêvajoya dadgehê bi dawî bibe. Lê wan kemçeyên xwe anîn û ew xera kirin. Kesên dema dîrok serobino hat kirin deng ji xwe neanîn, rabûn mala me ya ku sed sal in malbata me lê jiyaye wêran kirin.”   Endama HDP'î ya Şaredariya Heskîfê Zozan Şîmşek jî diyar kir ku biryara hilweşandinê bêyî biryara meclisê hatiye girtin û got: “Li pêşberî me pêkanînek nehiqûqî heye. Mixabin li vî welatî hin kes xwe di ser qanûn û hiqûqê re dibînin û kirine adet û bi feraseta 'min kir' tevdigerin. Ev feraset li Şaredariya Heskîfê derket holê. Ez dixwazim bibêjim ku em vê feraseta ku mafên bingehîn yên welatiyan binpê dike şermezar dikin. Feraseta ku dîroka 12 hezar salî tune kiriye û bi hezaran welatiyên li vir mexdûr kiriye, ranaweste."   MA / Fethî Balaman