Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin! 2022-07-23 15:26:49   STENBOL - Parastvanên mafên mirovan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên hevjînên hev Makbûle û Hadî Ozer ku li girtîgehê bi zorê bêhn didin û distînin û xwestin ku her du jî bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 539'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li dar xistin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên hevjînên hev ên 80 salî Makbûle û Hadî Ozer ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên girtin. Çalakî li ber şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin û pankarta "Tedawî maf e nayê astengkirin" di çalakiyê de hat vekirin. Di çalakiyê de dûrişmên "Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" , "îşkenceya tecrîdê bi dawî bikin" û "Girtiyên nexweş berdin" berz kirin. Her wiha di çalakiyê de dovîzên wêneyên gelek girtiyên nexweş li ser wan jî hatin hildan. Gelek xizmen girtiyên nexweş, Dayikên Şemiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li rûniştinê bûn.    'BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE'   Endama Komîsyona Girtîgeha a Şaza ÎHD'ê ya Stenbolê Meral Nergîs Şahîn, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji ber pirsgirêkên li girtîgehan, mehmeleya xerab û pêkanînên cihêkar ên înfazê gelek girtî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû ne û wiha got: "Di nav 6 mehan de 35 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Van mirinan gelek jê jî biguman in. Ji ber temenê xwe hevjîn Ozer jî bi alîkariya zarokên xwe dijiyan. Lê rexmî vê jî bi hinceta ku 2 sal û mehek cezayê li wan hatiye birîn hatiye erêkirin hatine girtin. Rapora ji sedî 52 ya berastengiyê ya Makbûle Ozer heye. Bi kursî dijî û nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibersivîne. Piştî girtina wê pirsgirêk xewê pê re çêbûne. Timik nigê wê diêşê."   Di berdewamê de Şahîn, da zanîn ku ji ber qezaya trafîqê derbas kiriye Hadî Ozer jî gelek pirsgirêkan dijî û nexweşiyên wî hene û destê wî dişemire û nikare tiştekî bigire.    Şahîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Ozer bi zorê bêhn didin û distînîn û xwest ku her dû jî bên berdan.