Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin 2022-07-23 16:39:29   AMED - Derbarê Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp ku dest dirêjî zarokekê kiribû de ji 3 sûcan dozname hat amadekirin û ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.     Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp, ji ber ku gazî zarokê 17 salî E.A. kiribû û li avahiya MHP'ê ya Amedê gelek caran dest dirêjî wî kiribû, beriya niha hatibû girtin. Bi sûcdariyên "Li ser hev bi hîle, gef û kotekî ji azadiyê bêparhiştin a kes" , "Li ser destdirêjiya li zarok" û "Tacîza zayendî" doz li Kayaalp hat vekirin û ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin. Doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Kayaalp de hat amadekirin ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de hat diyarkirin ku li ser îxbara midurê dibistana ku zarok diçê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Rexmî destdirêjiya li zarok gelek caran li avahiya MHP'ê pêk hatiye jî di doznameyê de navê MHP'ê nehatiye gotin û li şûnê gotina "li partiyeke siyasî" hatiye gotin.    ÎFADEYÊN ZAROKÊ MEXDÛR   Di doznameyê de cih ji îfadeyên zarokê mexdûr E.A. re jî hatiye veqetandin. Zarok, di îfadeyên xwe de dibêje ku di mehên sibat û adarê de bi hevalekê xwe re çûye avahiya MHP'ê ya Amedê û ji vê demê ve Kayaalp 10 caran dest dirêjî wî kiriye. Zarok, gotiye ku herî dawî di meha Remezanê de Kayaalp wî vexwendiye buroya xwe û dest dirêjî wî kiriye û ji vê şûn ve êdî neçûye buroya Kayaalp. Ji ber vê yekê xebatkarê MHP'ê Şeyhmûs Demîr gef li zarokê mexdûr xwariye. Li ser vê zarokê mexdûr bi Mûstafa Demîr ku ji bilî wî jî xwendekaran biriye MHP'ê re axiviye û Demîr jê re gotiye ku Kayaalp dest dirêjî wî jî dike û ji vê ne aciz e. Zarokê mexdûr, dibêje ku serboriya xwe bi dayika xwe re parve kiriye û dayika wî jî bi midurê dibistana wî re parve kiriye.    KAYAALP BI AWAYEKÎ SOSRET XWE PARAST   Mûstafa Demîr ku zarokê mexdûr di îfadeyên xwe de qala wî dike jî îfade daye û li gorî îfadeyên di doznameyê de angaştên destdirêjiya Kayaalp a li dijî xwe re dike û dibêje ku Kayaalp wî masaj kiriye. Kayaalp jî sûcdariyên li dijî xwe red dike û angaşt dike ku ji ber emeliyateke derbas kiriye ji merantiyê ketiye lê rapora wî vê derbarê de tuneye.    Di doznameyê de derket holê ku piştî daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Semîh Yalçin a derbarê wî de Kayaalp di 16'ê hezîranê de telefona ku bi kar aniye guhertiye.    Di doznameyê de hat diyarkirin ku Kayaalp beyî rêza wî bi hîle, gef û kotekî dest dirêjî zarok E.A kiriye û bi sûcdariyên "Li ser hev bi hîle, gef û kotekî ji azadiyê bêparhiştin a kes" , "Li ser destdirêjiya li zarok" û "Tacîza zayendî" jê re ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.    DANIŞÎN DI 10'Ê COTMEHÊ DE BÊ DÎTIN   Doznameya ku derbarê Kayaalp de hat amadekirin ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û wê danişîna yekemîn di 10'ê cotmehê de bê dîtin.