ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN 2022-07-24 09:00:01   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wan bi awayekî herî dînamîk dest bi serdema nû kiriye û wiha got: "Em bi biryar in ku di serdema pêş de li her derî bi rêxistinkirina meclisên jinan ên xurt, bi rêxistinkirina xebateke kolektîf a bi rêxistinên jinan re rêxistinbûyînê û têkoşînê mezintir bikin."   * Li Şirnexê qirkirina daran didome. Kerestefiroşên Rihayê ku darên ji Şirnexê digirin wekî êzingan diforoşin diyar kirin ku rojê nêzikî 600 ton dar ji Şirnexê tên Rihayê.   * Rojnameger Gamze Şîmşek û Mahmût Sonmez dan zanîn ku li Tirkiyeyê zextên ser rojnamegeran zêdetir dibin û 24’ê Tîrmehê jî ji bo azadiya çapemeniyê roja têkoşînê ye.    * Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 503’yan de berdewam dike.    * Endamên DÎAYDER’ê dê têkildarî mohrkirina deriyê komeleyê li avahiya Rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê daxuyaniyê bidin. (13.00)   * Platforma Jinan a Enqereyê dê têkildarî siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li Mulkiyelîler Bîrligiyê yê daxuyaniyê bide. (13.30)