Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin 2022-07-24 11:32:09   RIHA - Malbata Şenyaşar banga “Hêj sibe nebûyî derengî divê daxwazên me yên însanî bên qebûlkirin” li Wezareta Edaletê û Walîtiya Rihayê kir.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 503’yan de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye, malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha bang li Walîtiya Rihayê û Wezareta Edaletê kir: “Em di rêyeke dirêj û zehmet de ne. Hêj sibe nebûyî derengî divê daxwazên me yên însanî bên qebûlkirin. Ji bo ku bikarin bijîn û bidin jiyîn, em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin...”