Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin 2022-07-24 12:34:03   BURSA - Kesa bi navê Kamûran Pinar A. li navçeya Nilûferê zarokek salekê di odeyeke tije çop de ragirt û îşkence li zarok kir. Kamûran Pinar A. hate binçavkirin.    Welatiyê bi navê Aydin S. ê li navçeya Nilûfer a Bursayê bi hinceta ku kirêya malê nedayê, kesa bi navê Kamûran Pinar A.  da dadgehê. Dadgehê jî biryar da ku Kamûran Pinar A. ji malê derkeve. Koma îcrayê bi alîkariya çilîngar deriyê malê vekir û kete hundir. Koma îcrayê li odeyeke deriyê wê girtî û tije çop de zarokekî 9 salî dît ku ser hişê xwe çûbû. Hat zanîn ku zarok biraziyê Kamûran Pinar A. ye û ev nêzî saleke di wê odeya tije çop de tê ragirtin. Zarok zeîf bûbû, nênik û pora wî dirêj bûbû û li ser laşê wî jî gelek birîn hebûn. Piştî destwerdana ewil a komên tenduristiyê, zarok bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Uludag a Bursayê û niha tê tedawîkirin.    Polîsan piştî bûyerê dest bi lêpirsînê kir. Komên Midûriyeta Bajêr a Malbat û Polîtîkayên Civakî zarokê ku li nexweşxaneyê tê dermankirin xistin parastinê û Kamûran Pinar A. jî careke din hate binçavkirin.