Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin 2022-07-24 15:47:31 STENBOL - Endamê DÎAYDER’ê Yûsûf Înal bertek nîşanî mohrkirina deriyê komeleyê da û wiha got: “Sed carî jî were girtin em ê cara sed û yekemîn wê komeleyê vekin.”    1’emîn Dadgeha Cezayên Hiqûqa Giştî ya Stenbolê derheqê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) ku xebatên xwe li Stenbolê dimeşand û xutbe û weazên xwe bi kurdî didan, bi hinceta tevdîrê biryara sekinandina xebatên komeleyê da. Endamên komeleyê bertek nîşanî vê biryarê dan û protesto kirin. Endamên komeleyê li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê daxuyanî dan. Li gel endamên komeleyê, her wiha Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, endamên Cemxaneya Gazî û gelek kesên din jî tev li daxuyanî bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Destê xwe nedin ziman, bawerî û mezheba me” hatibû daliqandin.    Di daxuyaniyê de yek ji endamên komeleyê Yûsûf Înal axivî û da zanîn ku piştevanî hêz dide wan. Înal, diyar kir ku heke komeleya wan îro jî were girtin ew ê sibe biçin komeleyeke din vekin û wiha domand: “Tu bingeheke hiqûqî ya mohrkirina komeleya me nîne. Hêj sedema girtinê jî nehatiye ragihandin. Komeleya me bi mebesta ‘Îslama rasteqîn’ û belavkirina qaîdeyên Qur’anê hatiye avakirin. Ev cara duyemîn e ku komeleya me tê girtin. Ew sed caran jî bigirin em ê cara sed û yekemîn vekin. Tekane sedema girtina wê siyasî ye. Xizmetê ji îslama siyasî re dike. Heke ev dewleteke hiqûqê be, wê demê em li vê derê Qur’anê vedibêjin û hûn çima digirin? Weke qirêjiyekî di dîroka cîhanê de cih girt. Heta Îsraîlê jî tu mizgeft mohr nekirine. Em vê rewşê şermezar dikin.”   KARADAŞ: EM BI WE RE NE   Serokê Cemxaneya Geziyê Hidir Karadaş jî di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşan da: “Tu daxwazên demokratîk nayên pêşwazîkirin. Êdî kesek nikare baweriya xwe azad bijî. Em bi DÎAYDER’ê ne. Ji bo demokrasî, edalet, hiqûq û biratiyê ya ji destê me tê em ê bikin. Di van demên dawî de rêveberiyeke hîn otorîtertir û dîktatoryal hatiye avakirin. Tekane derdekê DÎAYDER’ê heye ku ew jî rast vegotina baweriyê ye. Girtina komeleyê sepaneke dij-demokratîk e. Em ê piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî vê biryarê.”    DÊ LI SER DEPÊ NIMÊJA XWE BIKIN   Li ser navê cemaeta mizgeftê jî Suleyman Yildiz axivî û da zanîn ku piştî girtina komeleyê, li ser depan nimêjên xwe kirine. Yildiz, got ku heta komeleya wan tê avakirin jî dê nimêjên xwe li ser depan bikin. Li ser navê Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat jî Tuncay Gokçe axivî û da bi lêv kir ku dê piştevaniya xwe ya bi DÎAYDER’ê re bidomînin. Gokçe, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dê rojekê ev rewşa aloz bi dawî bibe û xwediyên desthilatdariyê ji şerman nekarin li rûyê zarokên xwe binêrin. Ev êriş ne tenê l dijî DIAYDER’ê ye. Ew çi dikin bila bikin jî dê têkoşîna me bidome. Li dijî gelê kurd, ziman û baweriya wan êrişek heye. Divê gelê me jî êdî hişyar bibe . Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin. Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin.”    BÎROL: SEPANEKE FAŞÎZMÊ YE    Îlknûr Bîrol a HDP’î jî bertek nîşanî biryara sekinandina xebatên DÎAYDER’ê da û axaftina xwe wiha qedand: “Êrişeke li dijî ziman, bawerî û nasnameyê ye. Xuyaye ku ji bilî bawerî û nasnameya xwe tu bawerî û nasnameyan nas nakin. Ev çîrok ne çîroka niha ye. Gelek endamên komeleyê niha girtî ne. Tu bingeha tawanên li komeleyê tên kirin nînin. Ev sepana dewletê, sepaneke faşîzmê ye. Em azadiya baweriyan diparêzin. Azadiya hemû nasnameyan diparêzin. Divê hemû kes piştgiriyê bide DÎAYDER’ê. Em bi têkoşîna wan a birûmet re ne. Dê rengê rasteqîn ê vî welatî desthilatdariya faşîst binerd bike. Dê di demekî herî kin de li pêşberî darazê hesaba vê bidin.”