Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin 2022-07-25 10:16:55 STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ev 16 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û miwekîlên xwe yên din agahî nagirin. Parêzer ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê tu serlêdanên wan nehatin bersivandin.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Astengkirinên li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re berdewam in. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Di 25’ê adara 2021’an de jî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li ser telefonê pê re axivî bû lê ev telefon tenê çar deqe û nîv domiya bû û telefon di nîviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin.    PIŞTÎ 22 SALAN CARA EWIL TELEFON KIR    Ocalan di nava 22 salên xwe yên girtî de cara ewil bû li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Li ser medyaya civakî têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan îdiayên girîng dihatin kirin û li ser bertekên raya giştî jî di 14’ê adarê de ev hevdîtin hat kirin. Ocalan û Hamîlî Yildirim ji vî mafê hevdîtina li ser telefonê sûd girtin lê Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar bi mebesta protestokirina tecrîdê hevdîtin nekirin.    OCALAN: DIXWAZIM BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIM    Ocalan, di hevdîtina bi birayê xwe re de wiha got: “Ev tişta ku hûn dikin gelek xelet e. Dewlet xelet dilîze, hûn jî wisa. Ev yek hiqûqî nîne, rast jî nîne. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Di heman demê de ev yek talûke ye. Gelo hûn di ferqê de ne bê ka hûn çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtinê bikin. Ev rewşekî hiqûqî ye. 22 sal in li vê derê me. Ev pirsgirêk dê di pêşerojê de çawa be? Ev pirsgirêk tenê dikare bi hiqûqê were çareserkirin. Çima nayên vê derê? Heke hevdîtinek çêbibe, divê ev hevdîtin bi parêzeran re be. Ji ber ku ev rewş hem rewşekî siyasî û hem jî hiqûqî ye.”    DI 16 MEHAN DE BERSIV NEDAN 271 SERLÊDANAN    Parêzerên Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, piştî hevdîtina telefonê heta niha anku ev 16 meh in tu agahiyan ji miwekîlên xwe nagirin. Parêzer ji wê rojê heta niha her hefteyê hem ji bo xwe û hem jî ji bo malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Parêzeran heta niha 271 serlêdan kirine lê yek serlêdana wan jî nehatiye bersivandin.    CEZAYÊN DISIPLÎNÊ    Ji bo Ocalan û miwekîlên wan ên din bikarin bi wan û malbatên xwe re hevdîtinê bikin, parêzeran bi daxwaza “Hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Bursayê dan. Lê belê ev serlêdanên parêzaran bi hinceta cezayên disiplînê yên 3 û 6 mehan ên ji hêla Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê ve hatine dayîn, red kirin.    Serokatiya Lijneya Disiplînê di nava van 16 mehan de, ji tebaxa 2021’an heta mehên sibat û gulan ên 2022’yan 3 qedexeyên hevdîtinê yên cuda dan. Ji cotmeha 2021’an heta nîsana 2022’yan jî du cezayên disiplînê yên qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a bi parêzeran re da. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi vî awayî hatin astengkirin. Parêzeran li dijî cezayên disiplînê yên Lijneya Disiplînê, li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir. Dadgehê jî bi hinceta “tiştekî li derveyî rêbaz û qanûnan nehatiye kirin” ev îtîraza parêzeran red kir.    CEZA BIRIN AYM’Ê    Piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê, parêzeran di 12’ê gulanê de bi sedema ku serdanên malbatê bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dan. Parêzeran di serlêdana xwe ya AYM’ê de bal kişand ser rewşa giran a agahî negirtinê anku “incommunicado” û diyar kirin ku agahî negirtin îşkence ye, mafê rêzgirtina li hemberî jiyana malbat û jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û mafê serlêdana bibandor tê binpêkirin û xwest ku AYM van binpêkirinan tespît bike.    AYM’Ê SERLÊDAN RED KIR   AYM’ê di 12’ê çileyê de ji bo serlêdana parêzeran wiha got: “Dema ku agahiyên di dosyaya serlêdanê de cih digirin, agahiyên ji hêla Girtîgeha Îmraliyê ve ji bo AYM’ê hatine şandin û belge bi hev re tên nirxandin, xuya dibe ku serlêdêr xwedî derfetên xizmetên tenduristiyê ne, hevdîtina wan a bi malbat û parêzeran re hatiye bisînorkirin, ji ber rewşa xwe ya girtî tu talûkeyeke micid a madî yan jî manewî li ser wan nîne.” Û AYM’ê bi vê hincetê jî serlêdana parêzeran red kir.    775 HIQÛQNAS KETIN NAVA TEVGERÊ    Li ser rewşa agahînegirtinê jî di nav de endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî bi giştî 775 hiqûqnasên ji 29 baroyan cuda, bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Hiqûqnasan bi îmzeyên di navbera 10-17’ê hezîranê de kom kirin re serî li Wezareta Edaletê dan. Lê belê wezaretê hêj niha jî bersiva parêzeran nedaye.